Ji bo jinên hatine qetilkirin dar hatin çandin 2024-11-15 14:10:58     AMED - Gerînendetiya Jin û Malbatê a Şaredariya Peyasê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de, ji bo jinên hatibûn qetilkirin şitlên darên hinaran çandin.   Gerînendetiya Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê ji bo jinan li gor xebat û bernameya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê dewam dike. Di vê çarçoveyê de ji bo jinên hatibûn qetilkirin şitlên darên hinaran hatin çandin. Cîgira hevşaredaran ya Şaredariya Peyasê Gulîstan Nazlier Koyunca, Ayşe Erdemcî Acer, encûmenên  şaredariyêû xebatkarên Gerînendetiya Jin û Malbatê ya şaredariyê beşdarî bernameyê bûn.    Beriya çandiniya darên hinaran Cîgira Hevşaredaran Gulîstan Nazlier Koyunca axivî û got: “Em van daran ji bo jinên hatine qetilkirin diçînin. Ji bo bîranîna hemû jinên hatibûn qetilkirin, bi taybet keça me Narînê, van daran bi hilberîna gûl û gulên daran wê li vir tim geş bibe û heta hetayê di nava darên hinaran de şîn bimînin.”    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha gotina xwe bi dawî kir: “Em ê her tim bibin parêzvanên jiyaneke bê tûnd ya li ser jinê!..”