Berxwedana li Xelfetiyê di roja 12'an de ye 2024-11-15 12:46:01   RIHA - Nobeda berxwedanê ya li Xelfetiyê ku li dijî tayinkirina qeyûman destpê kir, di roja xwe ya 12’emîn de didome.   Nobeda berxwedanê ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê li dijî qeyûm hat destpêkirin, di roja 12'an de berdewam dike. Welatî di saetên serê sibê de hatin ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî û li qada ku nobeda berxwedanê didome pankarta “Demokrasî, ne qeyûm” daliqandin.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar, Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.   Li aliyê din ji bo hevgirtinê, Rêxistina Navçeya Riha Cûrnêreş a DEM Partiyê û rêxistinên navçeyên navendî Eyyûbiye, Halîliye û Karakopruyê jî beşdarî nobedê bûn.   Nobeda berxwedanê ya li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî didome.