Eniya Jinên Başûr: Divê jin dakevin qadan 2024-11-15 11:12:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê derbarê du jinên li Silêmaniyê hatin kuştin de daxuyaniyek da û ev bang kir; “Di salên dawî de kuştina jinan zêde bûye, ev jî encama bêdengiyê ye. Divê hemû jin dijî kuştinan dakevin kolanan.”   Duh li taxa Bekrecu ya Silêmaniyê du jin ji aliyê birayê xwe ve hatin kuştin. Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de hate gotin; “Wek em dibînin di salên dawî de kuştina jinan, tundûtujî, destdirêjiya ser jinan zêde bûye. Mixabin ev yek di civaka Kurdî de weke diyardeyek lêhatiye. Ev jî encama çandek zilamsalariyê ye, zilam xwe ji jinan bilindtir dibînin. Xwe di çarenûsa jinan de weke biryardar û xwedî maf dibînin.   Îro 25’ê Mijdarê nêzîk dibe, eger ev qas kuştin, tundûtujî û bûyer diqawimin, sedema wê ewe ku jin hemberî bûyeran bêdeng dimînin û têkoşînek hevbeş nameşînin. Li hemberî karesata duh divê îro hemû jin dengê xwe bilind bikin û dakevin kolanan û nerazîbûnek tund nîşan bidin.”