Berxweana Êlihê di roja 9'an de ye 2024-11-12 15:07:03   ÊLIH - Berxwedana Êlihê ya li Çerxerêya Basînê di roja 9'an de berdewam dike.    Piştî ku Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê kir, çalakiyên ku li Êlihê dest pê kirin, dewam dikin. Di roja 9'an a çalakiyan de gelê bajêr careke din li Çerxerêya  Basinê kom bû. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevli çalakiyê bûn.    Girseya gel li ber stranên Kurdî govend gerand û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin jiyan azadî" berz kir.