'We qeyûm tayînî parkê jî kiriye?' 2024-11-12 12:55:32     MÊRDÎN - Li navçeya Artukluyê 4 roj in bi hinceta "ewlehiyê"destûr ji ketina Parka Karayollariyê re nayê dayîn.   Çalakiyên ku piştî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dest pê kirin dewam dikin, bi hinceta qedexeya Walîtiya navçeya Artukluyê a "qedexeya derketina kolanan" û "Qedexeya çalakiyan" Parka  Karayollari a navçeya Artukluyê li gel hatiye qedexekirin . Parka ku qada herî mezin a kesk a bajêr e, ji 9'ê Mijdarê ve ji aliyê polîsan ve girtî ye. Ligel ku destûr nayê dayîn sivîl bikevin parkê, tenê polîs dikarin bikevin parkê. Kesên ku dixwazin li parkê rûnin ji aliyê polîsan ve tên hişyarkirin û  wan derdixin derve.    Karsazên di nava parkê de ji 9'ê Mijdarê û vir ve ji ber qedexeyê nikarin kargehên xwe vekin.    Ji Salîha Aydenîz bertek    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, li ser hesbê xwe yê medya dijîtal  bertek nîşanî girtina parkê da û wiha got: “We li ser îradeya gelê Mêrdînê qeyûm tayîn kir, gelo we qedyûm tayînî parkê jî kir û pirsî, "Çima parka giştî bi rojan bi barîkatan hatiye dorpêçkirin?"