Xwepêşandanên li dijî qeyûman: Em ê vîna xwe biparêzin 2024-11-11 22:36:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li dijî qeyûman de wiha hat gotin: “Li dijî van polîtîkayên mêtînger em ê weke jin bi hev re aştiya civakî û jiyana wekhev biparêzin. Em ê vîna xwe biparêzin û têkoşîna xwe bidomînin.”   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Denîzliyê li dijî tayînkirina qeyûman li ber avahiya Rêxistina Navçeya Merkezefendi ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî da çapemeniyê û çalakiya rûniştinê pêk anî. Di daxuyaniyê de pankartên "Îradeya gel nayê desteserkirin. Ji qeyûman re na", "Em siyaseta qeyûm qebûl nakin", "Li dijî qeyûman dengê xwe bilind bikin, di nava me de bin" û "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” hatin vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Em ê hilberîner bin, em ê bibin rêveber" hatin berzkirin.   Di daxuyaniyê de Rêvebera DEM Partiyê ya navçeyê ya Merkezefendi Tugçe Ceylan got gele Tirkiyeyê li dijî vê zordestiyê serî natewînin.   Mêrsîn   Platforma Jinan a Mêrsînê, qeyûmên tayînî şaredariyan li ber Pozcu Kotonê bi daxuyaniyeke çapemeniyê protesto kir. Hevşaredara Akdenîzê Nuriye Arslan û Hevseroka bajêr ya DEM Partiyê Bedriye Kuş jî beşdarî çalakiyê bûn û pankartên "Jin qeyûm naxwazin" hat vekirin. Jinên ku pankarta "Qeyûm wê biçin, jin wê bi ser bikevin" hatin vekirin. Her wiha dirûşma “AKP destê xwe ji vîna min bikşîne” hat berzkirin.   Îrem Serîn a li ser navê platformê axivî got ew qeyûman qebûl nakin û li îradeya xwe xwedî derkevin.