Li Xelfetiyê berxwedan di roja 8'an de ye 2024-11-11 12:50:53     RIHA - Nobeta serhildanê ya li Xelfetiyê ya li dijî tayinkirina qeyûman di roja 8'an de dewam dike.    Nobeda berxwedanê ya ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetiyê hat kirin, di roja xwe ya 8’emîn de didome. Girseya gel danê sibehê li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî li hev civiya û nobeda berxwedanê da destpêkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ferît Şenyaşar, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, rêxistinên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê û gelek kes tevlî nobetê bûn.   Li qada ku nobeda berxwedanê tê girtin pankarta "Demokrasî, ne qeyûm" bi Kurdî û Tirkî hat daliqandin.    Çalakiya nobetê wê tevahiya rojê bi bernameyên cuda dewam bike.