Sendîkayan piştgirî da berxwedana Xelfetiyê 2024-11-10 15:33:31       RIHA - Seroka Haber-Sen'ê ya Giştî û endamên Platforma Şaxên KESK'ê ya Dîlokê ku nobeda berxwedanê ya li ber Şaredariya Xelfetiyê dewam dike ziyaret kirin, diyar kirin ku divê di zûtirîn demê de qeyûmên hatine tayînkirin bên dûrxistin.     Nobeda berxwedanê ya li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya navçeya Xelfetî ya Rihayê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 7’an de berdewam dike. Di vê rojê de Serokê Sendîkaya Kedkarên  Ragihandinê (Haber-Sen) Mesût Balcî û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Şaxên Dîlokê piştgirî dan berxwedanê. Tevî pêkhateyên KESK'ê, Parlamenterê Rihayê Ferît Şenyaşar, Rêxistinên DEM Partiyê yên Riha û navçeyên wê, Hevşaredarê Curnê Rêş Serhan Paydaş û gelek welatî amade bûn.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê rayedar hurmetê nîşanî îradeya gel bidin û wiha hat gotin, "Bi tayînkirina qeyûm re bêrêzî li îradeya gelê Xelfetiyê hatiye kirin, divê demildest dawî li darbeya qeyûm bê anîn û îradeya gelê Xelfetiyê radestî gel bê kirin. -Weke KESK'ê em bang dikin ku di zûtirîn demê de dev ji vê darbeya qeyûman bê berdan û îradeya gel radestî gel bê kirin."    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû, berxwedana gel dewam dike.