Platforma Jinan a Mêrsînê: Welat veguheriye goristana zarok û jinan 2024-11-07 15:17:37     MÊRSÎN - Platforma Jinan a Mêrsînê diyar kir ku ji ber polîtîkayên "malbatî" û "necezakirinê" yên hikûmetê welat bûye "goristana jin û zarokan" û wiha got: "Em bi hev re têkoşînê mezin dikin."   Platforma Jinan a Mêrsînê ji bo Doza Narîn Gûran edalet xwest, li ber Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya bajêr daxuyanî da. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Mêrsînê Bedriye Kuş û parlamentera Mêrsînê Perîhan Koca jî beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta "Malbata we ya pîroz jin û zarokan qetil dike" hat vekirin.   'Em ê hesab bipirsin'   Endama Platformê Çîgdem Serîn a ku di daxuyaniyê de dirûşmên "Narîn Gûran îsyana me ye", "Zilam gulebaran dikin, dewlet diparêze" û "Zarokên qetil kirin serhildana me ne" hatin qîrîn, diyar kir ku ji ber polîtîkayên 'malbatî' û 'bêcezakirinê' yên hikûmetê welat ji bo jin û zarokan  bûye goristan. Em ê ji bo her jin û zarokên tên qetilkirin hesab bipirsin."   'Têkoşîna me wê bidome'   Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca axivî û diyar kir ku ew weke jin di nava îsyanê de ne û ew ê berpirsyarên komkujiya Narîn Gûran bişopînin. Perîhan Koca wiha berdewam kir: “Em ê dev ji berpirsyarên zarokên hatin qetilkirin û hatin windakirin bernedin, em ê têkoşîna xwe ya li korîdorên edliyeyê, li kolanan, li çar aliyê welêt bi gotina ‘bila zarok bijîn' bidomînin.