Di çalakiya li ber NY’ê tayînkirina qeyûman hate protestokirin 2024-11-06 19:02:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdan li pêşiya NY’ê ya Cenevreyê bang li saziyên navneteweyî kirin û gotin, “Li dijî tecrîd, dagirkerî û desteserkirina îradeyê qanûnên xwe bi cih bînin.”   Çalakiya rûniştinê ya ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dike. Di çalakiya vê hefteyê de desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hate protestokirin.   Di çalakiyê de ewil Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî û anî ziman ku Tirkiye ku qaşo banga aştiyê dike li aliyekî li Kurdistanê êrîşên komkujiyê pêk tîne, aliyê din jî bi tunehesibandina îradeya gelê Kurd polîtîkayên desteserkirinê xistiye dewrê.  Îbrahîm Yuksel got: “Armanca me li dijî faşîzmê mezinkirina têkoşînê ye.”   Piştre,Yekbûn Guneş daxuyaniya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-S) ve hatibû amadekirin xwend. Yekbûn Guneş got wiha bang li saziyên navneteweyî bi taybet Neteweyên Yekbûyî kir, “Li dijî tecrîd, dagirkerî û desteserkirina îradeyê qanûnên xwe bi cih bînin.”   Piştî daxuyaniyê, Kurdistaniyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.