Li Amedê protestokirina qeyûm 2024-11-06 18:37:48   AMED - Li Amedê ku çalakiyên li dijî qeyûm didomin hat diyarkirin wê şûnde gav navêjin.   Bi talîmata wezareta karê hundir ji bo şaredariya bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya DEM Partiyê de, qeyûm hat tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Li Amedê Tevgera Jinan Azad (TJA), partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), hevşaredar, parlamentera bajar Adalet Kaya û gelek nûnerên saziyan li Parka Rojava hatin gel hev. Polîsan dora girseyê giritn û girseyê bê navber dirûşmeyên "Berxwedan jiyane", "Jın jiyan Azadî","Biji berxwedana Batmanê", "Biji berxwedana Merdinê", Biji berxwedana Xelfeti" û "Biji berxwedana gelê Kurd" berz kirin.   Hevserokê DEM partî yê Amedê ewil axivî û da zanîn ku ew ê bertekên xwe yên li dijî qeyûman bînin ziman. Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray jî axivî û daxuyakirin ku wê tu carê qeyûman qebûl nekin.   Hevşaredarê Rezan Sîraç Çelîk jî axivî û got: “Bi salan e li ser vê axê qeyûm hene. Em dijhiqûqiyê qebûl nakin. Ew bi zor û zilmê hatin. Gelê me ew qebûl nekirin.Şaredarên me bi dengên mezin hatin ser peywirê. Lê wan tehemul nekirin. Em ê şûnde gavê navêjin.   ‘Ev darbeyek siyasiye’   Adalet Kaya jî axivî û wiha anî ziman: “Ji Colemêrgê destpêkirin heta Esenyurtê ev berdewam kirin. Em vê dijhiqûqiyê qebûl nekin. Ev darbeyek siyasiye. Tu aliyê wê yê hiqûqî tuneye.” Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.