Hîlala Zêrîn: Em ne ew gel in ku serî li hemberî qeyûman bitewînin 2024-11-06 15:09:56       NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Hîlala Zêrîn a kantona Firatê, desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir û da zanîn ku gelê Kurd dê serî li hemberî qeyûman netewîne.   Navenda Hîlala Zêrîn a kantona Firatê der barê desteserkirina şadariyên Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda Hîlala Zêrîn a li bajarê Kobanê ji aliyê endama Hîlala Zêrîn Necla El Bozan ve hat xwendin.    Necla berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê pîroz kir û “destdirêjiya faşîzma Tirk a li ser îradeya gel" şermezar kir.   Di daxuyaniyê de hate gotin: "Faşîma Tirk îro baş fêm kir ku ew di qada siyasî de nikare derkeve beramberî me, lewma got em aştiya hundrîn ava bikin, lê ji ber ku ew dizane gelê Kurd tu carî aştiya bêrûmet qebûl nake, wan berê xwe da sextekariyê û bi sekneke neexlaqî şaredarî desteser kirin.”   Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em in ew gelê ku tu deshiladariyê nikarîbû bihêle ku em çongên xwe li ber wan bitewînin û em her man û dê her bimînin di nava şoreşê de û li ser pêyan bin."