Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin 2024-11-06 13:12:23     AMED - Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin. Cîgira Serok Dîlek Akyapi diyar kir ku dê li dijî neheqî, cihêkarî û zextan têbikoşin.    Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê (TOD-DER) li Şaxa Odeya Endezyaran a Amedê daxuyanî da û damezirandina xwe ragihand. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn.    Cîgira Serokê Komeleyê Dîlek Akyapi di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Cîhan, Rojhilata Navîn û Tirkiye di pêvajoyeke aloz de ye. Newekheviya di dahatê de ku kapîtalîzm kûr dike, karesatên hawirdorê yên ji ber krîza avhewayê diqewimin û koçberiyên girseyî yên şer rê li ber vedikin, civakê ji gelek mafên xwe mehrûm dihêle. Her roj bi milyonan kes li dijî bêedaletiya şer û xizanî rê li ber vedike têdikoşin.”    Dîlek Akyapi, destnîşan kir ku şerên heyî, bawerî, aştî û têkiliyên civakî yên di navbera gelan de tune dikin û wiha pê de çû: “Krîzên piralî mmirovan mehkûmî bêdengiyê dikin û hewl didin têkoşîna lêgerîna maf tune bikin. Rêya xelasiya ji vê pêvajoyê jî, ne tenê hewldanên şexsî lê têkoşîna hevpar a civakê ye. Rêxistinên civaka sivîl jî tam di vê serdemê de weke aktorên sereke yên edalet û lêgerîna wekheviyê û weke aktorên guherîna civakî derdikevin holê.”   Dîlek Akyapi, wiha pê de çû: “Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê dê di vê çarçoveyê de bibiryar e ku li dijî pevçûn û krîzên civakî, mekanîzmayên aştî, guftûgo û piştevaniyê pêş bixe. Armanca me ew e ku hemû derdorên civakê bi awayekî wekhev beşdarî pêvajoyên polîtîk û demokratîk bikin, ji bo nasname û komên cuda ji hev fêm bikin jî pirekê ava bike. Em ê li cem kesên di nava civakê de rastî cihêkariyê tên cih bigirin, bibin dengê wan û ji bo bi hev re pirsgirêkan çareser bikin, dê bi wan bidin hîskirin ku bi tenê nînin. Em ê hêza civaka sivîl veguherînin têkoşîna aştiyê, derdorên cuda yên civakê bînin gel hev, ji bo ku bikarin xwe bi awayekî azad birêxistin bikin, dengê xwe bidin bihîstin û têkoşîna xwe ya maf bidomînin piştgirî bidin wan. Di vê çarçoveyê de jî ji bo heqîqeta civakî were zanîn û ev têgehiştine pêş bikeve, li dijî binpêkirina mafan jî em ê piştgiriya hiqûqî bidin. Em ê binpêkirinan belge bikin û pêşkeşî raya giştî bikin. Xebatên me yên serwextkirina hiqûqî jî tenê bi lêgerîna edaletê ya şexsî bisînor namîne, dê bibe parçeyeke têkoşîna edaleta civakî û hesabdayînê.”    Dîlek Akyapi, bal kişand ser pirsgirêkên jin dijîn û wiha got: “Bi awayeke wekhev cihgirtina jinan a di nava civakê de, şexsiyeta wan a azad û serbixwe, ji bo civakeke demokratîk û domdar jênevegere. Rêza em ji bo civak û xwezayê digirin, di heman demê de berpirsyartiya parastina mîrateya mirovahiyê jî bi xwe re tîne. Texrîbata ekolojîk ku ji ber çavbirçîtiya mezinbûnê ya sermayeyê diqewime, bi xwe re krîza avhewayê hêj mezintir kiriye û gefê li jiyana hemû zindiyan dixwe. Lewma jî ji bo parastina xweza û ekosîsteman, em ê bi mebesta cîbicîkirina edaleta hawirdorî zemîna piştevanî û hevkariyê ava bikin. Bi vê motîvasyonê jî em ê di xebatên xwe de wekheviya zayendî û edaleta avhewayî esas bigirin.”    Dîlek Akyapi, axaftina xwe wiha qedand: “Weke komele, em ê li cem komên cihêkarî lê tê kirin cih bigirin. Ji bo jiyaneke wekhev, adilane û demokratîk, em ê bi hemû derdorên civakê re li dijî neheqî, cihêkarî û zextan têbikoşin. Ev rêwîtiya em îro li vir didin destpêkirin, bi armanca avakirina civaka kedxwarî, bêedaletî û newekhevî tê de tune ye. Bi piştevaniyê ber bi aştiyê ve, bi aştiyê ber bi wekheviyê ve û bi wekheviyê ber bi azadiyê ve.”