Xelfetî 3 roj in li berxwe dide 2024-11-06 12:06:56   RIHA-  Li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Xelfetiyê, gel 3 roj in berxwedana xwe didomîne.   Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetiya Rihayê hat kirin, berxwedana gel didome. Çalakiya berxwedan û nobedê ya li dijî qeyûman di roja 3’yemîn de didoem. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu, Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan, Zulkuf Uçar, Mîthat Sancar, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistinên bajar û navçeya Rihayê ya DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî berxwedanê bûn.   Li gel dewamkirina berxwedanê tê payin    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sultan Ozcan, Partiya Azadiya Civakî Juliana Gozen, Serokê TÎP'ê Erkan Baş, Alîkara Serokatiya Giştî ya EMEP'ê Sevda Karaca, Cîgira Serokatiya Giştî ya EMEP'ê Sevda Karaca, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban û gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl serdana bajêr bikin.    'Hûn nikarin me asteng bikin'   Welatiyekî astengdar ê di dema nobetê de derbas dibe bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û diyar kir ku ew bi hevşaredarên Şaredariya Xelfetiyê re di nava piştevaniyê de ne. Di axaftina xwe ya bi Hevşaredarên Şaredariyê re ev tişt got: "Min dengê xwe da we. Çawa niha nahêlin hûn bikevin şaredariyê? Em li ku dijîn? Li vir polîsên hêzên çevîk kom kirine. Zulmê nabînin. Mafên me yên mirovî hene. Em kurd in.”   Çalakiya nobetê ya girseyê dewam dike.