Kesên li Wanê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan 2024-11-05 16:12:47       WAN- 7 kesên ku di dema serdana esnafan de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan a li emniyetê serbest hatin berdan.   7 kesên ku  li dijî tayînkirin qeyûm a li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hat tayînkirin li Wanê derketibûn serdana esnafan li ber Sûka Rûsan a Beşyolê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan.    Navê kesên hatin binçavkirin û serbest hatin berdan wiha ne: Cemal Sezgîn, Zeynep Kaya, Îlhan Gunay, Haydarhan Aslan, Îrfan Kaval, Serdar Çevîk û Ûmît Tayanir.