Welatiyên Wanê li dijî qeyûm li berxwe didin 2024-11-05 14:33:32     WAN – WAN – Li Wana ku wê konê berxwedanê lê bê danîn li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter girseya di binê dorpêça polîsan de daxuyanî da û got ew ê li dijî qeyûman li berxwe bidin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) di pêşengiya Rêxistina bajarê Wanê de, beriya vedana konê berxwedanê yê li Qada Bajarê Wanê yên li dijî qeyûmên tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlihê û Şaredariya navçeya Xalfetiyê bûne, li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter hatin cem hev. Li ber Parka Aştiyê ya Mûsa Anter parlamenterên DEM Partiya Wanê û Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî di nav de, gelek kesî dest bi çalakiyê kirin.   Bi sedan kesên li ber parkê sekinîn bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin", "Zext nikarin me asteng bikin", "Diz wê biçin gel wê bimîne", "Bîjî berxwedana gelê Kurd" bi çepik û tilîliyan dest bi çalakiyê kirin. Girseya li dijî dorpêçê li ber xwe dide, bi awazên kurdî yên ku distrên bersivê dide astengiyê.   'Darbeyek sivîl heye'   Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Wanê Veysî Dîlekçî daxuyanî da û diyar kir ku li welat qanûn nayên bicihanîn û destnîşan kir ku bi rejîmeke cuda re rû bi rû ne. Veysî Dîlekçî destnîşan kir ku mafên herî bingehîn jî hatine qedexekirin û got, “Li welat niha darbeya sivîl, darbeyeke siyasî heye. Li dijî vê yekê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Desthilatdariya AKP’ê li vî welatî rejîma qeyûmê dixe meriyetê. Rejîma qeyûm tê wateya diziyê. Hewl dide îradeya gel ji holê rabike û hebûnên wan ên çandî tune bike. Em vê yekê qebûl nakin. Heger li vî welatî makezagonek hebe, her kes mecbûr e ku bi cih bîne. Divê hikûmet li gorî destûra bingehîn tevbigere."   Girseya gel piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xist.   Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.   Serdana esnafan   Polîsan girseya ku ji aliyê din ve ber bi Qada Bajêr a ku wê konê berxwedanê lê bê vedan, dihatin, li kolana Sîhkê asteng kir. Girseya ku di nav de Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî hebû, li dijî dorpêça polîsan dest bi ziyareta esnafan kir.   7 kes hatin binçavkirin   Dîsa Parlamentera Agirî ya DEM Partiyê Necla Demîr jî serdana esnafên şaxekî cuda kir. Piştî girseya gel piştgirî da Necla Demîr a ku xîtabî gel kir, polîsan êrîş kir û li ber Sûka Rûsyayê ya Beşyolê 7 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Cemal Sezgîn, Zeynep Kaya, Îlhan Gunay, Haydarhan Aslan, Îrfan Kaval, Serdar Çevîk, Ûmît Tayanir.