Şaredariya Xelfetiyê bi bariyeran hat dorpêçkirin 2024-11-05 11:07:47     RIHA - Li şaredariya Xelfetiyê ku qeyûm tayînî wê hat kirin karê yekem ku hat kirin, şaredarî bi bariyerên polîsan hat dorpêçkirin.   Duh danê sibê qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatin kirin. Qeyûmê tayînî Şaredariya Xelfetiyê hat kirin, dema dest bi kar kir derdora avahiya şaredariyê bi bariyerên polîsan dorpêç kir. Li gel berxwedana gel derora şaredariyê bi bariyerên polîsan hat dorpêçkirin.   Agahiyeke din a balkêş jî ew bû ku bariyerên polîsan bi wesayîtên Şaredariya Xelfetiyê hatin anîn. Ev rewş ji bû sedema bertekên gel.