'Em hemû li dijî vê faşîzmê serî hildin' 2024-11-05 10:31:34     Memîhan Zeydan-Neslîhan Kardaş   WAN - Siyasetmedarên jin ên Wanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dan û gotin: "Bila baş bê zanîn ku me tu carî polîtîkayên qeyûman qebûl nekir, ji niha û pê ve jî em ê tu carî qebûl nekin. Li dijî faşîzmê dê bi hev re bin, xwedî li şaredariyên ku vîna gel in derkevin. Werin em serî hildin."   Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlihê û Xalfetiyê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm tayîn kir. Polîsan duh di saetên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Çalakiyên protestoyî yên li dijî qeyûman didomin. Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.    Siyasetmedarên Wanê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser polîtîkayên îktîdarê.    'Gel dê xwedî li vîna xwe derkeve'   Hevşaredara Elbakê Şengul Polat, diyar kir ku îktîdar vîna gel xesp dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rojên borî qeyûm tayînê şaredariya Colemêrgê kiribûn. Duh jî qeyûm tayînê 3 şaredariyên me kirin. Armanca polîtîkayên qeyûmê şikandina vîna gel e. Ji sala 2015'an heta niha li dijî vîna gel her cure rê tê ceribandin. Piştî ku qeyûm tê tayînkirin li bajêr biryara qedexeyên çalakiyan tên dayîn. Ev yek nîşaneya tirsê ye. Dizanin ku gel dê li ber xwe bidin. Çi dibe bila bibe dê gel xwedî li vîna xwe derkeve."    'Li dijî qeyûm dê berxwedan bidome'   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gonul Uzunay, destnîşan kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe asta faşîzmê mezin dibe û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Li hemberî Gelê Kurd faşîzmeke mezin heye û li gorî xwe û daxwazên xwe kurdan dizayn dikin. Gelê Kurd bi salan e têdikoşin. Bi salan e şaredariyên ku ji hêla gel ve tên bidestxistin qeyûm tên tayînkirin. Duh qeyûm tayînê 3 şaredariyên DEM Partiyê kirin. Em dizanin dixwazin çi bikin. Lê Gelê Kurd bi salan e li hemberî zîhniyeta polîtîkayên qeyûm di nav berxwedanê de nin."   'Bi têkoşînê dê bersivê bidin'   Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, jî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê: "Gel di hilbijartina 31'ê Adarê de bersivek da. Lê belê îktîdar dîsa zîhniyeta xwe ya qirêj berdewam dike. Çend roj beriya niha qeyûm tayînê Şaredariya Esenyurt a Stenbolê kirin û şaredarê Esenyurtê hat girtin. Duh jî qeyûm tayînê li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê kirin. Ev polîtîka wek rejîmek li welat tê meşandin. Dema mijar dibe kurd tu maf nayê ber çav. Daxwaza me tenê mafê Gelê Kurd e. Em jiyaneke wekhev dixwazin. Divê em li dijî polîtîkayên bi vî rengî mafê xwe yên demokratîk bikar bînin û bersivê bidin îktîdarê. Pêwiste bê zanîn ku me tu carî polîtîkayên qeyûm qebûl nekir û nakin jî. Em ê bi têkoşînê bersiv bidin."