Li Mêrdînê bertekên li dijî qeyûm dewam dikin 2024-11-04 23:03:21   MÊRDÎN - Çalakiyên ku di saetên serê sibehê de li dijî îstismara îradeya li Mêrdînê destpê kirin, tevî êrîşa dijwar a polîsan jî dewam dikin.   Bi talîmata Wezareta Karên Navxweyî danê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlih û Xalfetiyê hat kirin. Piştî xebera qeyûm li 3 bajaran welatiyên hatin şaredariyê û bertek nîşanî qeyûm da û bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin.   Êrîşa polîsan a li hemberî berxwedana ku li Mêrdînê heta derengiya êvarê dewam dike, bi gaza îsotê didome.   Welatî ji bo vîna xwe li ber avahiya şaredariyê nobetê digirin.