Ji Xelfetiyê banga dewamiya berxwedanê 2024-11-04 20:03:46   RIHA -  Rêxistina Navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê de bang li welatiyan kir ku berxwedanê mezin bikin û sibê li ber avahiya şaredariyê kom bibin.   Piştî ku qeyûm hat tayînkirin, girse li ber avahiya Şaredariya Xelfetiyê li hev civiya û piştre li ber avahiya navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên DEM Partiyê, Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, pêkhateyên Ked û Demokrasiyê yên Riha, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Xelfetiyê û endamên Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê û bi sedan kes beşdarî daxuyaniyê bûn.   Banga kombûna li ber şaredariyê kirin   Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew ê qeyûman qebûl nekin û got, “Em bi hikûmeteke ku her roj welat dikişîne nava felaketê re rû bi rû ne. Hewl dide welat bi hovîtî û qeyûman birêve bibe. Yên ku hefteya borî destên aştiyê dirêjî me kirin, niha bi destên wan wek qeyûm tên tayînkirin. Di aştiya ku me çêkir de Ahmet Turk jî amade bû. Me xwest ku ev yek bibe sedema aştiyeke mezin. Şaredariya Xefetiyê aîdî kesên li vir dijîn e. Qeyûmê ku li vir ji aliyê karmendekî Erdogan ve hatiye wezîfedarkirin ne vîna vî gelî ye. Em ê her roj li ber şaredariya xwe bin. Em ê sibe dîsa li ber Şaredariyê kom bibin."   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Xelfetî” û çepikan bi dawî bû.