TJA: Ya ku heqê me ye em ê paşde bigirin 2024-11-04 19:31:55   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’yê di daxuyaniya xwe ya têkildarî tayînkirina qeyûman ên li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên DEM Partiyê de polîtîkayên qeyûman weke “çandeke xerakirinê” nirxand û got, “Me duh li hemberî darbekaran serî netewand û îro jî serî netewînin. Em ê di bin her şert û mercî de tiştên ku yên me ye paşve bigrin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ya bi talîmata Wezareta Karên Hundir daxuyaniyeke nivîskî da.   Di daxuyaniyê de hat gotin:"Vê sibehê bi tayînkirina qeyûman li Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê îradeya gel û jinan desteser kir. Îro em dibin şahidê polîtîkaya qirkirina jinan. Tayînkirina qeyûman di eslê xwe de çanda talanê ye, ji aliyê zêhniyeta dewlet-zilam ve bi 'hêza xwe ya kolonyalîzmê' ketiye meriyetê."   Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:   'Destkeftiyên jinan ji aliyê rejîma qeyûman ve hatin binpêkirin'   “Ev şaredarî bûne saziyên ku gel nikare bikeve wan, ku zilam lê desthilatdar in û weke qadên qezenc û wêrankirinê tên bikaranîn.Ji aboriyê heta çandê, ji tenduristiyê heta perwerdehî û ekolojiyê hemû destkeftiyên jinan ên di rêveberiyên herêmî de hatine avakirin, bêfonksîyon bûne. Ji bo hemû yekîneyên ku di nava şaredariyê de ji bo polîtîkayên jinan hatine avakirin jî bêyî ku dem bê windakirin qeyûm hatin tayînkirin."   'Navê vê rejîmê, van polîtîkayan, rejîma dagirkeriyê ye'   Ji nû ve destpêkirina vê polîtîkayê di salvegera darbeya 4'ê Mijdarê de ku lekeyek reş li dîroka Tirkiyeyê hişt, ne tenê bi mane ye, di heman demê de rastiya rejîma AKP-MHP'ê jî bi mane ye. Şaredariyên me yên di salên 2016 û 2019’an de hatin desteserkirin, îro jî rastî polîtîkayên talanê yên heman zîhniyetê tên.   Navê vê rejîmê, van polîtîkayan, rejîma dagirkeriyê ye. Binpêkirina destûra bingehîn a mafê îfade û îradeya jinê ye. Tişta ku ji vê siyaseta korsaniyê derdikeve holê ev e ku ev pêkanînên ku bi zext û tundiya mêr-dewletê tên meşandin, hewl didin pêşerojeke neewle ji jin û gelan re bihêlin. Em bang li hemû sazî û dezgehên jinan ên navneteweyî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û kesayetan dikin ku dengê me jinên Kurd bigihînin û di qada navneteweyî de hevgirtinê berfireh bikin da."   ‘Jin Jiyan Azadî’   Me duh li hemberî darbekaran serî netewandin û îro jî serî netewînin. Di her şert û mercî de tiştê ku yê me ye em ê paşde bistînin. Jin wê bimînin û wê qeyûm jî biçin. Jin Jiyan Azadi. "