'Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li ber xwe bidin' 2024-11-04 11:58:51       ENQERE - Meclisa Ciwanên DEM Partiyê, li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê daxuyanî da û got, "Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî vê dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin."   Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî tayinkirina qeyûman a li şaredariyên Êlîh, Mêrdîn û Xalfetiyê li ser hesabê medyaya dijîtal X daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em ji bo parastina vîna xwe li ber şaredariyên xwe ne! Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî vê dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin! Wê qeyûmê diz dê biçe! Li hemberî hişmendiya dewletê ya ku qeyûm tayînî şaredariyên bajarên Kurdistanê yên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dike, wê berxwedana gelê Kurd û dostên wan bibîne. Em bang li hemû gelê xwe û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku vîna xwe biparêzin. Her der Wan e, her der berxwedan e.”