EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya 2024-11-02 19:29:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Şîrîn Elmas Hanîlçî ya 6 salî ku 2 roj bû winda bû cenazeya wê hat dîtin. EŞÎK’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got: “Ger berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya.”    Şîrîn Elmas Hanîlçî ya 6 salî ku li Şîşlî ya Stenbolê winda bû, cenacezaya wê li goristana Ferîkoy hat dîtin. Mustafa Orun yê kaxizan kom dike, îtîraf kir ku cînayet wÎ kiriye û ji aliyê dadgehê ve hat girtin.   Cneazeya Şîrînê rakirina morga Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnayê. Piştî  otopsiyê cenaze teslîmê malbatê hat kirin. Hat hînbûn ku wê cenaze li Rihayê bê definkirin.   Peymana Lanzarote pêk bînin   Platforma Ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) li ser hesabê çapemeniya civakî daxuyanî da û wiha hate gotin: “Şîrîn 6 salî bû. Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro bijiya.Tirkiye ji 4’ê Gulana 1995’an heta niha Peyman Mafê Zarokan û ji 1’ê Nîsana 2012’an heta niha Peymana Lanzarote alîgrê van peymanane. Parstina zarokan girtina tedbîran peywira dewlteê ye. Dewletê cezayên bi bandor pêk bianiya, gumabar ceza bikirana, ceza nehatiba kêmkirin wê îro Şîrîn bijiya.”