Prof. Neşe Ozgen: Dewleta Tirk hemû kapasîteya xwe winda kir 2024-11-02 09:04:29     Melek Avci   ENQERE - Prof. Neşe Ozgen diyar kir ku AKP-MHP hewl dide mekanîzmayan bike bin kontrola xwe û got: “Tirkiyeyê hemû kapasîteya xwe winda kiriye. AKP-MHP hewl dide mekanîzmayan bike bin kontrola xwe. Lê tişt nabe çiqas sexte be jî gotin hat gotin, nokteyek danîn dîrokê: gotina ‘Ocalan bila li meclîsê biaxive’.”   Prof Neşe Ozgen ya  di qada xebatên sînor ya pêvajoya nû ya Rojhilata Navîn de xebatan dimeşîne der barê pêvajoyê de bandora şerê li Rojhilata Navîn de axivî.   *Ji êrîşên li hember Fîlîstînê şûnde şer girantir bû. Hûn vî şerê bandorê li hemû Rojhilata Navîn dikin çawa dinirxînin?   Tirkiyeyê gelên xwe  mahkumê çalkirinê kir. Tiştên niha em dibînin bi peymanên cuda yên sala borî û guherînên hatine kirin, ketine rojevê. Rojev bi lez diguhere. Ya herî bi êş ev e ku gel mahkumê şer hat kirin. Em hinek biçin paşerojê. Ev rewşa tarî dest û lingên me girê dide. Di vê tarîtiyê de hinek tişt tên lîstin. Li serê gelan lîstikek xerab tê lîstin. Tirkiye her diçe bêçare dimîne. Demên dawî de bi mafya û bi zîhniyeta dewletê ya îrasyonel hinek hewldanan dike. Em vê hêdî hêdî îdrak dikin.   *We berê gotibû. Di we êrîşa ewil a li hember Gazzeyê gotibû? Rastiya emperyalîst a di bin vê êrîşê de çiye?   Sala borî Israîlê Hamas kir hincet û êrîşê Fîlîstînê kir. Bi hemû hevîtiya xwe êrîş kir. Lê xuyaye ku sala borî beriya êrîşa meha mijdarê, ev plan hatibû kirin. Hat gotin ku sedema vê xeta enerjiya nû ya ji Hîndîstan û Çînê hatibû derxistinê.  Belê ev rast e lê çiqas bi bandor e divê em bifikirin. Ji bo Gazzeyê ji nexşerê paqij bikin, dixwazin xeta enerjiya nû di kontrola Israîlê de ji Akdenîzê re vebikin û ji wir ji Lîmassol derba bikin bibin Atînayê û xeta bazirganiya nû pêk bînin. Gelo ev îdia divê evqas bibûna sedema rijandina xwînê. Ev encama tengezariya nebolîberalîzmê ya 30 salên dawî ye. Şer wê hîn bêtir giran bibe.   *Ya ku me dipê  dîzaynek nû ya li Rojhilata Navîn e?   Me her tim got. Em ji nûve bi parvekirin û kontrolkirinekê re rû bi rû ne. Lîstika mezin ya ku niha Tirkiye dilîze ev e û bi rastî jî pir xetere ye. Tirkiye dema dixwaze ji bo sînorên xwe diyar bike, serî li vê xeyala vala û bêperwa dide. Hûn dikarin hember bombebaran bikin, hinek cihan wêran bikin, lê ew cih her tim wê muhatarayî  bimînin.   Tirkiyeyê hebûna li Efrînê rewa nekir   Wek welatekî di vê demê de hûn dikarin sînorên xwe li gorî xwe dirêj bikin. Tirkiyeyê hebûna xwe ya li Efrînê rewa nekir. Ji bo hebûna xwe rewa bike her tim behsa xetereya DAIŞ, PKK’ê divê bike. Sînorê nû wê pêk bên lê ev di qada navneteweyî de rewabûn û kontrola wan wê çawa be. Ev girêdayê rewabûn û berxwedana eniya gel û muxalîf e.   *Serokwezîrê Israîlê Netenyahu di lijneya giştî ya  NY’ê de bi  du nexşerêyan axivî. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?    Her tim destê wan de hinek tişt li ser kaxizan hinek tiştan xêz dikin. Ev hemû di heman demê de serokwezîrên dewletan e. Divê ewil ew çoh û nexşerê ji destê wan bên girtin. Li malên xwe dikarin nexşeya li gorî xwe xêz bikin. Me ev dîmen berê bi Erdogan re jî dît. Wî jî di sahneya NY’ê de nexşerêyek nîşan da û got wê vir bibe Tirkiye, ev der Tirkiye ye. Tu rewabûna van tuneye. Li Rojhilata Navîn şer gelek bi bandor bûye. Divê em ji qedandina şer wêdetir biçin û hemû  cîhanê ji bo demokrasiyê bidin zorê. Tirkiye dixwaze sînoran fireh bike. Bi çavsorî êrîşkirin wan mafdar dernaxe. Wê ji vir ji bo gelan çi bê. Ger Tirkiye rast tevnegere wê  karaset bê.  Divê hem aliyê Tirkiyeyê hem jî yê Kurd bi awayekî cidî tevbigerin. Wek hûn dizanin Tirkiyeyê çend sal berê bi çavsorî êrîşê Kurdan kir. Ji ber vê jî gelê Kurd û Tirk dema bi dewletê re rûnê divê her tiştî baş fêm bike. Tirkiyeyê kapasîteya xwe bi awayekî cidî winda kiriye. Me hemûyan berbi çalbûnekê ve dibe. Destilatdariyek berjewendiyên xwe di ser her tiştî de digire heye.    *Mijara din Rojava ye. Tirkiye li aliyekî êrîşan didomîne li aliyê din şerê li Rojhilata Navîn stratejîk û girîng dibîne.  Bi taybet helwesta hemû dewletan a li hember tevgera azadiya Kurd tê nîqaşkirin. Tirkiye jî tevli vê ye. Hûn dikarin Rojava û cihê Kurdan binirxînin?   Tirkiyeyê bi hêviya li wan deran jiyanek nû şîn bike êrîş kir. Lê van êrîşan di mecrayên navneteweyî nikare bide rewakirin. Tirkiyeyê li Rojava bi piştgiriya DAIŞ’ê îdiaya axê kir.  Di alî îdeolojîk de nexwest dewleta Kurd li sînor pêş bikeve. Lê ji xwe Dewleta Federa ya Iraqê cîranên wan e. Armanca êrîşa Tirkiyeyê ya li hember Rojava dewletek Kurd a ku kontrola wê nikaribûn bike ye. Rêveberiya Xweser a Komanê dîplamasiyek baş dike. Ji ber vê jî her tim êrîş dikin. Lê van êrîşan li mecrayên navneteweyî nikare bide rewakirin.   *Herî dawî di vê esasê de hûn hewldanê destilatdariya Tirkiyeyê a di siyasetê de çawa dibînin ?   Tirkiyeyê hemû kapasîteya xwe winda kiriye. AKP-MHP hewl dide mekanîzmayan bike kontrola xwe. Lê tişt nabe çiqas sexte be jî gotin hat gotin, nokteyek danîn dîrokê: gotina ‘Ocalan bila li meclîsê biaxive’ Ew gotin êdî li wir e. Êdî şûnde naçe. Hinek tehdîdên bila çekan deynin bê jî qet ne girîng e. Divê em ji bo aştiyê hewl bidin. Divê lez bikin ji ber tiştên nebaş tên. Tarîtî tê. Ji bo me hemûyan ji bo gelê Kurd gelê Tirk. Divê em bername, partî, îdeolojiyên xwe bi awayekî xurt amade bikin û bi awayekî xurt eniyek mezin ava bikin û di vê de israr bikin.