Ji Îzmîrê bang kirin: Em di 25’ê Mijdarê de dengê xwe bilind bikin 2024-11-02 09:03:55     Nazlican Nûjîn Yildiz    ÎZMÎR - Rêxistinên jinan ên li Îzmîrê ji bo mezinkirina têkoşînê,  li dijî êrîşên li hember jinan banga tevlibûnê li hemû jinan kirin ku di 25’ê mijdarê de li qadan bin.   Jinan beriya 25’ê Midjarê li dijî polîtîkayên dijminê jinê, tundiya mêr û qetilkirina jinan têkoşîn mezin kirkin û amadekariyên xwe didomînin. Rêxistinên jinan ên Îzmîrê  diyar kirin ku yekane çareseriya êrîşên li hember jinan têkoşîna jinan a rêxistinkiriye û bang li hemû jinan kirin ku di 25’ê Midjarê de li qadan bin.   ‘Li her derê cîhanê êrîşên li hember jinan zêde bûn’   Endama Jinên Ciwan a Azad (OGK) Sînem Çelebî jî da zanîn ku li her derê cîhanê êrîşên li hember jinan zêde bûne û got: “Lİ Başûrê Korayê jin û zarokên keç bi tundiya dîjîtal re hatin rû hev.  Bedena jinan bi zekaya çêker bi naverokên pornografîk tên montajkirin. Tundiya dîjîtal li her derê cîhanê heye. Li Aftanîstanê Talîban nahêle jin derketin kolanan, bixaivin. Li Fîlîstanê Israîl jin û zarokan qetil dikin. Li girtîgehan îşkenceyê li jinan dikin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê tundiya mêr zêde bûye.  Tenê meha îlonê de 34 jin hatin qetilkirin. 20 jinî bi guman jiyana xwe ji dest da. Sedema van polîtîkayê bêcezahiştinê ye. Serdestiya mêr di vir de gelek bi bandore. Tundiya mêr û dewletê tê rewakirin.”   Jin xwe ewle hîs nakin   Sînemê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve  tên qetiklirin. Tundiya mêr her diçe zêde dibe. Jin bi çavsoriyek mezin tên qetikirin. Jin ji ber van xwe ewle hîs nakin. Ji xwe atmosfera dihat xwestin bê afirandin jî ev bû. Dixwestin tirsê biafirînin. Lê jin li dijî vê serî natewînin û dengê xwe li her qadê bilind bikin. Êrîşên li hember destkeftiyên jinan jî didomin. Tevî vê têkoşîna jinan mezin dibe. Jin li kolanan serî hildidin.”   Banga tevlibûnê kir   Sînemê wiha dawî lê anî: “Di demên dawî de li hember dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ jî êrîş zêde bûne. Bi polîtîkayên nîjadperest û şoven dixwazin tevgera jinan parçe bikin. Lê têkoşîna jinan bi van êrîşan parçe nabe, ev ne pêkane. Em jin bi vê hişmendiyê xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin.Em 25’ê Mijdarê de bi banga Platforma Jinan a Îzmîrê saet di 19.00’an de ji ber Gara Alsancakê  wê bên gel hev. Em OGK jî wê li wir bin û bimeşin ber Navenda Turkan Saylan.Ez bang li hemû jinan dikim ku dakevin kolanan.”   ‘Jin bi hêza rêxistinbûnê bawerin’   Endama Kordînasyona Navenda Piştevaniya Mor Dîdar Gul jî da zanîn ku îsal jin di bin siya qetilkirinên jinan de 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin û wiha vegot: “Ji ber vê rêxistinkirina 25’ê Mijdarê girînge. Jin bi hêrs dadikevin kolanan. Vê pêvajoyê jinan berê xwe dan têkoşîna jinan. Jinan xwe rêxistin kirin. Li dijî vê jinên bi hêza rêxistinbûnê bawer dikin hene. Bi hezaran jin wê 25’ê Mijdarê de li kolanan bin.  Em di 25’ê Mijdarê de vê hêzê nîşan bidin.”   Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut jî di axaftina xwe de da zanîn ku sedema zêdebûna êrîşên li hember jinan nêrîna desthilatdariyê ya li hember jinan e û wiha anî ziman: “AKP bi polîtîkayên xwe diaxwaze jinan hepsê malê bike. AKP’ê bi feshkirina peyamana Stenbolê, bi pêkneanîna 6284, bi  vekirin wezareta malbatê re bû sedema zêdebûna tundiya li ser jinan. Êrî her diçin girantir dibin. Êrîşên mêran bi jinan sînor nabe, gihiştiye zarokan jî.Em di 25’ê Mijdarê de li dijî van êrîşan li qadan bin û dengê xwe bilind bikin.”