TAJÊ Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir 2024-11-01 14:02:07     NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û berxwedana gelan silav kir.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke niviskî weşand û da zanîn ku 1’ê Mijdarê û 13’yê Mijdarê mîna pireke di navbera şoreşa jin û gelan de, di navbera Kurdistan û Cîhanê de ye.   Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:   “Em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Rêber Apo, li şehîdan, li gelê me yê Bakur-Rojhilatî Sûriyeyê, li tevahî Kurdan û gelên Kurdistanê pîroz dikin. Em di şexsê rêheval Arîn, Rêvan û Gelhatan de tevahî şervanên heqîqetê yên di berxwedana Kobanê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. Em Apê Nemir ê ku heta dawî li kêleka şervanan di berxwedanê Kobanê de şer kir û di salvegera 10’an a rizgarkirina Kobanê de şehîd bû bi minet bi bîr tînin.   Kurdistan destpêka dîroka mirovahiyê ye û bi serdema şoreşa jinan bû xaka xwediyên çanda qedîm û heqîqetê. Bi hezaran sal in hêzên desthilatdar li ser vê çand û nasnameyê şerê qirkirinê dimeşînin. Li hemberî vê gelan berdêlên giran dane, li ber xwe dane û teslîm nebûne. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk a qirker êriş birin ser Rojavayê Kurdistanê û tevahî Sûriyeyê. Bi êrişa li ser Kobanê re, xwestin destkeftiyên şoreşa Rojava ku di encama berhemê keda 20 salan a Rêber Apo de ava bûbû, ji kokê ve tune bikin. Plana derxistina DAIŞ’ê berdewama komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo û gelên herêmê bû. Fermana li Şengalê li dijî civaka me pêk anîn jî di dema êrişên li ser Kobanê de bû.    Çeteyên DAIŞ’ê li dijî jinan û di şexsê jinan de li dijî tevahî gelên herêmê êrişeke herî xwînxwar di vê serdemê de pêk anîn. DAIŞ berhema zihniyeta mêr-dewlet û pergala wê ya kapîtalîst e. Me weke jinên êzidî di fermanê de êşa vê yekê ji kûr ve kişand. Şervanên Rêber Apo hem li Kobanê û hem li Şengalê ji bo tola jinên êzidî bistînin li ber xwe dan. Em ji 1’ê Mijdarê heta 13’yê Mijdarê mîna pireke di navbera şoreşa jin û gelan de, di navbera Kurdistan û Cîhanê de bi nav dikin.   Li Kobanê şervanên azadiyê yên ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li ber xwe dan, şer kirin û bi ruhê fedaî şehîd bûn mirovahî parastin. Berxwedana Kobanê bi têkoşîn û şerkeriya gerîlatiya jinên Kurdistanî bi pêş ket û cîhanî bû. Li Kobanê şerê azadiyê yê ji bo mirovahiyê û paşeroja şoreşa jinan bi ser ket. Berxwedana gelê Kobanê li kêleka şervanên azadiyê mînaka herî bihêz a Şerê Gelê Şoreşgerî ye. Bi pêşengiya şervanên YPJ û bi tilîliyên dayikan di serî de plana dewleta Tirk, hevkarê wê DAIŞ û hêzên li pişt wan disekinîn têk çû. Roja Kobanê ya Cîhanê bi qêrîna dengê wijdanê mirovahiya ku li ber xwe dide hat îlankirin. Di roja îro de jî li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heman qêrîn û heman berpirsyarî pêwîst dike serî hilde û li ber zilmê bisekine.   Di salvegera 10’emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê de dewleta Tirk bi planeke nû ya berfireh bi êrişên hewayî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike. Dewleta Tirk a qirker ji bo tola binketina DAIŞ’ê ji gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî gelên Rojavayê Kurdistanê bistîne van êrişan pêk tîne.  Em weke TAJÊ van êrişan careke din bi hêrs û tundî şermezar dikin û diyar dikin ku em ê heta dawî bi gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re bin. Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê hemû êrişên dijmin têk bibin, paradîgmaya neteweya demokratîk û şoreşa Jin, Jiyan, Azadî teqez jiyanî bikin. Welatê me bi hezaran berdêlan bûye ‘Welatê Şehîdan’ û wê bi xwîna şehîdan dîrok, heqîqet, geşbûn û xweşikbûna welat tu carî winda nebe. Em ê jî heta dawî li ber doza şehîdan bin."