'Berxwedana jinan a li Kobanê li cîhanê deng veda' 2024-10-31 09:09:53       Mîdye Miqted   ŞEHBA - Ji Rêveberiya Desteya Jin a Kantona Efrîn-Şehbayê Hêvîn Hisên têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê da zanîn Gelê Kurd li Kobanê berxwedane dîrokî daye nîşandan û wiha got:"Di şerê ku li ser bajarê Kobanê de hat destpêkirin, jinan jî para xwe ji berxwedanê û parastina welatê xwe girtin û li kêleka mêran mil bi mil di çeperên şer de li berxwe dan. Berxwedan û cesareta jinên kurd li cîhanî deng veda."   Kobanê bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê mîrateyeke mezin a berxwedanê ji cîhanê re hişt. Yekane bajarê ku DAIŞ'ê di sala 2014'an de êriş kiriyê lê nikaribûye dagir bike Kobanê ye. Bi vî rihê xwe yê têkoşer ji cîhanê re bû mînak. Kobanê xeteke nû di dîroka berxwedanê de xêz kir û DAIŞ têk bir. Her wiha bi gelên cîhanê re xeteke eniya enternasyonalîst ava kir. Piştî ku êrişên DAIŞ'ê hatin şikandin û şer bi serkeftinê bi dawî bû, li ser banga ronakbîr, hunermend, nivîskar û kesên xelata Nobelê girtine 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.     Ji Rêveberiya Desteya Jin a Kantona Efrîn-Şehbayê Hêvîn Hisên têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê nirxandin kir. Hêvînê bal bir ser têkoşîna jinan a di berxwedana Kobanê de û got:"Her çiqas bêdengiyek hebû jî lê belê li hemberî vê yekê hemû jinên kurd berê xwe dan bajarê Kobanê û li kêleka YPJ û YPG'ê ketin nava şerê li dijî terorê. Wan gelek destanên lehengiyê di Kobanê de nivîsandin. "   'Dema em dibêjin Kobanê em qala dîroka berxwedanê dikin'   Ji Rêveberiya Desteya Jin a Kantona Efrîn-Şehbayê Hêvîn Hisên bi lêv kir ku bi berxwedana Kobanê kurdan li cîhanê dengê xwe dan bihîstin û wiha got:" Dema ku em behsa roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re dikin, em ne tenê qala rojekê dikin, em qala dîroka berxwedanê dikin. Ev yek jî vedigere têkoşîn û lehengiya ku di wir de hatiye kirin. Di dema şer de, Gelê Kurd ê xwedî dîrokeke kevnar e û gelek caran hatiye qirkirin, li berxwe da. Bajarê Kobanê jî yek ji wan deveran e ku xwedî kokek dîrokî ye û gelek hewldana dagirkeriya li vir hat kirin lewma Kobanê heta roja me ya îro bi berxwdanê tê nasîn."   'Xwestin bi êrişan projeya netewa demokratîk ji holê rakin'    Hêvînê diyar kirin ku hêzên tenê berjewendiyên xwe difirikirin, naxwazin Gelê Kurd bibe xwedî îrade û hêz û wiha pê de çû:"Dewletên tenê berjewendiyên xwe difirikirin û di serî de dewleta tirk naxwazin Gelê Kurd bibin xwedî hêz, îrade û naxwazin mafên xwe bi dest bixin.    Ew naxwazin kurd bibin parêzvanên warê xwe. Di bajarê Kobanê de jî ji bo ku ev yek pêk neyê êrîş bi ser bajar de birin û xwestin bi vî awayî jî projeya netewa demokratîk ji holê rakin. Xwestin desthilatdariya xwe li ser herêmê bisepînin ji bo ku armancên xwe pêk bînin.   Van hêzan çeteyên bi navê DAÎŞ'î ava kirin û di nava Rojavayê Kurdistanê de dan belavkirin. Bi vê re xwestin Gelê Kurd di hemû cure qirkirinê re derbas bikin. Loma jî berê xwe dan bajarê Kobanê."   'Li Kobanê destanên lehengiyê hatin nivîsandin'   Hêvînê bal kişand ser berxwedana jinan û şêniyên li Kobanê û wiha pê de çû:"Çeteyên DAÎŞ'ê ku ji aliyê dewleta tirk ve dihatin birêvebirin û ketin nava bajarê Kobanê û şerê giran bi ser gel de dan meşandin, bi têkoşîna jinên kurd têk çûn. Çeteyên paşverû ji aliyê lehengên jin ên kurd derbeyeke mezin xwarin. Cîhan ji teroreke mezin rizgar bû. Jinên kurd bi vê re mohra xwe li dîrokê xistin. Êrişên çeteyên DAÎŞ'ê li pêşberî raya giştî û cîhanê pêk hat lê bêdengiyeke cîhanê jî hebû. Her çiqas bêdengiyek hebû jî lê belê li hemberî vê yekê hemû jinên kurd berê xwe dan bajarê Kobanê û li kêleka YPJ û YPG'ê ketin nava şerê li dijî terorê. Wan gelek destanên lehengiyê di Kobanê de nivîsandin. Şêniyên bajarê Kobanê jî nesekinîn, wan jî berxwedana xwe kirin û warê xwe bernedan."   'Berxwedana jinan a li Kobanê li cîhanê deng veda'   Di domandina axaftina xwe de Hêvînê da zanîn ku berxwedana jinan a li Kobanê li cîhanê deng veda û wiha domand:"Di şerê ku li ser bajarê Kobanê de hat destpêkirin, jinan jî para xwe ji berxwedanê û parastina welatê xwe girtin û li kêleka mêran mil bi mil di çeperên şer de li berxwe dan. Berxwedan û cesareta jinên kurd li cîhanî deng veda. Yek ji wan jinên ku li cîhanê deng veda, pakrewan Arîn Mîrkan bû.  Arîn Mîrkan di Miştenûrê de di nava çeteyan de xwe teqand û gelek DAÎŞ'î kuşt. Her wiha ev biryara bi cesaret ji valatiyê nehatiye ev xwe dispêre rêxistinbûyina ku gel xwe li ser perwerde dikirin. Ev yek bi berxwedana ku em ji felsefeya Rêbertî digirin pêk hat. Ev berxwedana me ya bi israr bû sedem ku DAÎŞ di hundir bajarê Kobanê de bi bin bikeve."   'Wê DAIŞ negihêje armanca xwe'   Hêvînê eşkere kir ku dewamkirina êrîşan a bi ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de û di nav de bajarê Kobanê dewleta tirk dixwaze tola têkçûna DAÎŞ'ê ya di Kobanê de hilîne û got:"Lê belê ji ber israra gel a di berxwedanê de wê ev yek pêk neyê. Em carek din soz didin ku çawa DAÎŞ carekê di Kobanê de têk çû wê dîsa nikaribe careke din serî hilde û daxwazên xwe pêk bîne."