‘Li herêma erdhejê dikare nexweşiyên cuda yên kronîk derkevin’ 2024-10-30 09:04:24       Derya Ren    SEMSÛR - Hevseroka SES a Semsurê Rengîn Kilinç da zanîn ku piştî erdhejê profîla nexweşan guheriye û di pêvajoyên pêş de ji ber qirêjiya avhewayê nexweşiyên cuda derketine holê.   Yek bajarên ku herî zêde ji erdheja ku navenda wê Mereş bû bi bandor bû Semsur bû. Li gorî daneyên fermî 8 hezar û 387 kesî jiyana xwe ji dest daye û 17 hezar û 499 kes jî birîndar bûye. Dîsa li gorî daneyên fermî 5 hezar û 826 avahî hilweşiyane û 8 hezar avahiyan jî xesarek giran dîtine.Tevî 22 meh ji ser erdehejê re derbas bûye hîna gel di nav kavilan de dijîn. Soza wê di salekê de mal tên teslîmkirin a serokomar jî li hewa ma. Ji ber kavilan hewa qirêj e û gel di vî alî de zehmetiyan dikşînin û nexweşî rû didin.   Her wiha rewşa xebatkarên di saziyên cemawerî de dixebitin jî nehatin başkirin. Ji van xebatkaran yek jî yên kedkarên tenduristiyê ne.  Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Semsûrê Rengîn Kilinç der barê mijarê de axivî.   Bandora erdhejê   Rengînê da zanîn ku di erdhejê de ligel windahiya can, rewşên cuda jî bandor li wan kiriye û wiha pê de çû: “Mînak piştî erdhejê komek ji bo alîkariyê çûbûn gund. Li wir jinekê gotibû; Em hemû mirin em hinek hatin çalkirin’. Kesên xilas bûn axa mirî li ser wan hîna heye. Gelek kes di alî psîkolojîk de wiha dibînin. Bandora erdhejê didome. Jiyanek didome heye. Jiyan zehmet e. Li konteyniran jiyan pir zehmet bû. Ne li gorî şertên jiyanê bûn. Konteynir nêzî hev bûn. Biçûk bûn. Pirsgirêkên binesaziyê hebûn.”   Îzolasyona civakî   Rengînê diyar kir ku nexweşiyên cuda rû dane û wiha pê de çû: “Nexweşiyên çerm ên herî zêde hatin dîtinê bûn. Ji ber enfeksyonê nexweşiyên giran rû dan û hîna diodmin. Enfeksyonên vajîna û mîzê yên jinan zêde bûn. Her çiqas dermankirin bê kirin jî ev nexweşî didomin. Li konteyniran destdirêjiya zayendî zêde bû. Tundî zêde bû. Bêguman îzolasyona civakî dibe sedema vê.”   ‘Nexweşiyên kronîk jî dikare zêde bibin’   Rengînê bakişand ser qirêjiya hewayê û wiha domand: “Ev rê li ber nexweşiyan vedike. Mirovên nexweşiya wan a astimê hebû veguherî KOAH’ê. Ji bilî vê ji ber hewa û avê emel zêde bû. Ji ber qirêjiya avê nexweşiya çerm derket holê. Por weşiya. Gurîbûn û xwir zêde bû. Ji ber pirsirêkên binesazî û avê nexweşiyên cuda derketin holê. Bi mirovan re hîna tirs û travmaya erdhejê heye. Xizanî girantir bû. Li bajar di alî aborî de pirsgirêk tên jiyîn.”   Profîla nexweş guherî   Rengînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Semsûrê ji ber erdhejê kedkarên tenduristiyê jî pirsgirêk jiyan û di vê mijarê de jî wiha got: “Divê hejmara kedkarên tenduristiyê bê zêdekirin. Hejmara xebatkarên tenduristiyê kêm in û ji ber erdhejê westandîne. Ji bo me profîla nexweşan guherî. Tundî zêde bû. Nexweşên tên hema dikarin hêrs bibin. Bandora erdhejê li vir de pir zêde ye. Heta avabûna fîzîkî ya bajar neguhere wê ev travma neçe û hiş jî baş nebin.”