Li gelek bajaran êriş hatin şermezarkirin 2024-10-28 19:39:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên protestoyê yên li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha hate gotin: “Rêya ber bi aştiya navxweyî ve diçe, bi bombebarankirina kurdan û qadên wan ên jiyanê nikare pêk were.”   Êrişên dewleta tirk ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrişên ku qadên jiyanê yên sivîlan jî lê hedef hatin girtin, îro lig elek bajaran hatin protestokirin.   Şirnex   Li Şirnexê di pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de daxuyanî hate kirin. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tev li daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê hate dayîn bûn.   Di daxuyaniya ku pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate vekirin de Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Nûrcan Alturk axivî. Alturk, anî ziman ku di êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne û got: “Bila kesên ku bi hin hincetan êrişî gelên Rojava dikin bizanin ku em ê li dijî veguherîna vê axê ya qada şer, binpêkirina hiqûqa navnetewî û sûcên mirovahiyê qet bêdeng nemînin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Li dijî şer aniha aştî” bi dawî bû.   Edene   Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê xwest li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide lê polîsan asteng kir. Li ser vê yekê li ber avahiya partiyê ya bajêr daxuyanî hate dayîn. Gelek kes tev li daxuyaniya ku dirûşmên “Gelê Rojava ne bi tenê ye” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” lê hatin berzkirin bûn.   Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Seyfettîn Aydemîr, êriş weke “derveyî mirovahiyê” penase kir û got: “Rêya ber bi aştiya navxweyî ve diçe, bi bombebarankirina kurdan û qadên wan ên jiyanê nikare pêk were.”   Di daxuyaniyê de demekê gengeşî çêbû.   Wan   Li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê êriş hatin protestokirin. Di çalakiya protestoyê de pankarta “Em aştiyeke birûmet diparêzin. Em êrişên li dijî qadên jiyanê yên sivîl şermezar dikin” hate vekirin. Di çalakiyê de her tim dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin. Yek ji rêveberên DBP’ê yê bajêr bertek nîşanî êrişan da.   Riha   Yek ji bajarên ku êriş lê hatin protestokirin jî Riha bû. Ji bilî parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar gelek kes tev li daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê hate lidarxistin bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên “Mêtîngeriya xeyalî li Kurdistanê veşartî ye” , “Rojava rûmeta me ye” û “Her der Rojava her der berxwedan” hatin hilgirtin. Parlamenterê DEM Partiyê Ferît ê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Bi awayekî bêserûber cih û warên sivîlan hatin bombekirin. Di êrişên bi balafirên şer û SÎHA’yan de bi taybetî jin û zarok gelê sivîl hate qetilkirin.”   Ferît, bi lêv kir ku êrişên ji Filistînê heta Rojava bêîstîkrarbûna li Rojhilata Navîn kûrtir kir.   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û çepikan bi dawî bû.   Mêrdîn   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî û TJA êriş şermezar kirin. Di daxuyaniya ku li ber avahiya DEM Partî ya bajêr hat dayîn de girseya gel pankart vekirin û bi çepik û tilîliyan êriş şermezar kirin. Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibuca daxuyaniyek da.   Necla, da zanîn ku di êrişên Tirkiyeyê de sivîl hatin qetilkirin û hiqûqa navneteweyî ji nedîtî ve hat û got, “Yên ku bi hincetên curbecur êrişî gelê Rojava dikin, bila bizanibin ku em ê tu carî li hemberî veguhertina van xakan qadên şer, binpêkirina hêzên navneteweyî bêdeng nemînin. qanûn û sûcên li dijî mirovahiyê. Em bang li hikûmetê dikin ku demildest êrişên xwe yên ku sûcên şer ên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin, bi dawî bike.  "Em bang li gelên Tirkiyeyê û hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku ji hikûmetê re rawestin û têkoşîna aştiyê ya li hundir û derveyî sînor bi rêxistin bikin."   Colemêrg   Li ber avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin. Di daxuyaniya ku gelek kes amade bûn de pankarta bi Kurdî û Tirkî ya bi nivîsa "Şer dikuje, aştî dide jiyîn" hate vekirin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" hat berzkirin. Ji rêveberên Rêxistina DEM’ê ya parêzgeha Colemêrgê Emîn Ertûş daxuyanî xwend.   Şemzînan   Li Şemzînanê gelek endamên partiyê beşdarî civîna çapemeniyê ya li navenda sûkê hat kirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Rêxistina Navçeya Şemzînanê ya DEM Partiyê Agît Tekîn ve hat dayîn. Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û çepikan bi dawî bû.   Êlih   Li Êlihê bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJA'yê daxuyaniyek hat dayîn. Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Sonûk û Yeşîl Işik, Meclîsa Dayikên Aştiyê, TUAY-DER, MEBYA DER û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dema pankarta "Kobanê rûmeta me ye" hate vekirin, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" gelek caran hatin qîrîn. Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Elihê Resûl Çetîn li vir axivî û diyar kir ku hikûmetê ev êrîş pêk aniye, hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye. Resûl bang kir ku demildest êrîş bên rawestandin.    Sêrt   Li Sêrtê jî bi heman armancê li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin. Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş, Meclîsa Dayikên Aştiyê, TUAY-DER û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. “Gelê Rojava ne bi tenê ye. Pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate vekirin. Hevserokê DEM Partiyê ya bajên  Sêrtê Eşref Tekîn ku daxuyanî da, bertek nîşanî êrîşan da û got, "Di pêvajoyeke ku nîqaşên aştiyê yên navxweyî ji aliyê desthilatdar û hevkarên wan ve tê meşandin de, qetlîamên sivîl çi ne. nîşana israra şer û tundiyê? “Rêya aştiya navxweyî bi bombebarankirina cihên jiyanê yên Kurdan li ser sînor pêk nayê.   Îzmîr   Di daxuyaniya li ber avahiya DEM Partî ya Îzmîrê de hat gotin, “Bomberdûmana li dijî qadên jiyanê yên sivîlan rawestînin. Pankartên "Bila sûcê li dijî mirovahiyê li Rojava bi dawî bibe", "Aştiya niha", "Aştiya bi rûmet a li Tirkiyeyê jî wê bibe aştiya Rojhilata Navîn" hatin hilgirtin û "Silav silav ji bo kesên ketine şer û li Rojava şer kirin, û "Bîjî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Parlamenterên Îzmîrê yên DEM Partiyê Burcugul Çubuk û Îbrahîm Akin, gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Vezan Karabûlût daxuyanî da.   Denîzlî   Tevî endamên partiyê, nûnerên gelek saziyên sivîl jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya Navçeya Merkezefendi ya DEM Partiyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Divê tavilê dawî li sûcên li dijî mirovahiyê yên bi bomberdûmankirina cihên niştecihbûnê yên li Rojava were kirin" hate vekirin. Daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ji aliyê Berdevkê Înîsiyatîfa 78’an a Denîzliyê  Nebî Ebci ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Ji Rojava heta Filistînê gel berxwe dide wê bi ser bikeve" û "Bijî hevgirtina gelan" hatin qîrîn.   Mugla   Dema daxuyaniya çapemeniyê ya hêzên Ked û Demokrasiyê ya Mûglayê li Qada Bêsînoriyê li dar xist ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, li ber avahiya Ofîsa Eren Oguz ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Muglayê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên "Bijî wekheviya mafan", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Gelê Rojava ne bi tenê ye" hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partî ya Muglayê Neslişah Çetînkaya metna çapemeniyê xwend.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.