Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye 2024-10-28 15:18:59     ENQERE - Bi boneya meha 154’emîn a Komkujiya Roboskê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me ji bîr nekir, dê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”    Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê bi boneya meha 154’an a komkujiyê li ser Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Roboskê êdî tu caran” hate hilgirtin.    Ji endamên hewldanê Tanju Gunduzalp bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Divê rêveber dev ji siyaseta xwe ya bombebarankirina sivîlên li derveyî sînor berdin û deriyên aştiyê heta dawiyê vekin. Ne şer lê siyaseta aştiyê dikare keyfa milet bîne.”     Tanju, anî ziman ku Roboskê jî di nav de heta ji bo hemû komkujiyan edalet pêk neyê dê aştî û edalet neyê welêt. Gunduzalp, axaftina xwe wiha qedand: “Komkujiya Roboskê jî di nav de em ê heta dawiyê mafê xwe yê îtîrazê li dijî hemû komkujî, şer û tundiyan bi kar bînin. Sedema tiştên niha em dijîn, polîtîkaya necezakirinê, şer û nebûna edaletê ya dewletê ye. Em, aliyê lêgerîna edaletê, pêkvejiyanê û jiyaneke aştiyane digirin. Me ji bîr nekir, dê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”