Encamnameya Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk hat eşkerekirin 2024-10-28 12:24:28       NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreteryaya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk di encamnameya kongreya xwe de ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk, bal kişand ser yekitiya gel û xaka Sûriyeyê, girîngiya avakirina pergaleke nenavendî, rola jin û ciwanan û girîngiya çareserkirina pirsgirêka Kurd.   Sekreteryaya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk encamnameya kongreya xwe ya damezrîner aşkera kir ku 25 û 26'ê Cotmehê li paytexta Belçîka ya Burkselê li dar xistibû.    Di encamnameyê de hate bibîrixstin ku kongre bi beşdariya 128 nûnerên hêz û kesayetên demokratîk ên li Sûriyeyê û derveyî wê pêk hat û hate gotin: "Kongre di mercên gelekî bi girêk û xeternak de pêk hat; welat ji ber destwerdanên derve û yên leşkerî û ji ber nakokiyên navxweyî û dagirkeriyên piralî tê parçekirin. Ev jî gefan li yekitiya nîştimanî dixwe. Yekitiya navxweyî ya Sûriyeyê bi salên dirêj ji ber kiryar û siyasetên çewîser ên rejîma desthilatdar û sepandina parçebûna neteweyî, olî û mezhebî êş kişand.”   Di encamnameyê de îşaret bi geşedanên herêmî û navneteweyî hate kirin û hate gotin: "Ev geşedanên dihêlin ku herêm di qonaxeke gelekî bi girêk û xeternak re derbas dibe. Dibe ku gelek nexşe û belavkirina hêzan were guhertin."   Di dewama encamnameyê de hate gotin: "Ji bo avakirina rêya Sûriyeya demokratîk em teqeziyê li ser van xalan dikin. Ji bo pêkanîna van xalan jî em tevahî hewldanan bikin:   * Yekitiya Sûriyeyê bi ax û gelê xwe; ji ber ku parastina yekitiya welat bingeha her çareseriyeke siyasî ye. Ji bo vê yekê jî divê zemîna diyalogan were danîn.   * Veguhestina siyasî bi rêya Neteweyên Yekbûyî, biryarên navneteweyî, bi taybetî biryara 2254'an, firehkirina temsîla sûriyeyiyan, xurtkirina giraniya wan di çarçoveya qanûnî de ya ji bo pêkanîna çareseriya siyasî di navbera hemû aliyan de.   * Teqeziya li ser nasnameya nîştimanî ya sûriyeyî ku di ser nasnameyên şaxî re ye.   * Rêya demokrasî û pêşketinê girêdayî pêşxistina rola jinan. Bêyî vê yekê ne mimkun e guhertin pêk were. Di heman demê madem ev sedsal sedsala pêkanîna wekheviya zayendî ye, divê em di nava tevgerê de bin.    * Teqeziya li ser rola ciwanan û beşdarkirina wan di biryaran de. Divê temsîla wan di desteyên Rêya Sûriyeya Demokratîk de hebe.   * Divê sîstemeke nenavendî were avakirin ku hûrguliyên wê bi rêya diyalogên nîştimanî di navbera hemû aliyan de werin dayîn. Divê mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê werin mîsogerkirin û rê li ber vegera despotîzmê were girtin.   * Divê ol û dewlet ji hev werin cudakirin û dewlet li hemberî olan bê alî be.   * Ji bo avakirina komara Sûriyeyê û misogerkirina mafên kesan û koman pêwîstî bi regezên destûrî heye ku ew destûr li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan hatibe sazkirin, pêwîst e regezên sereke yên destûrê li gorî zagonên navneteweyî bin, bi bi taybet zagona Cinêvê ya 1949’an.   * Demokrasî sîstemek e ku garantiya birêxistinkirina jiyana siyasî ya Sûriyeyê ya li ser bingeha cihêrengî û dewlemendiya civakî ye. Di heman demê de garantiya misogerkirina bidestxistina encamên herî baş li ser asta Sûriyeyê ya giştî ye.   * Divê pirsgirêka Kurd li gorî qanûnên navneteweyî were çareserkirin û mafên pêkhateyên din ên etnîk werin parastin.   * Bi armanca ku kongreyeke nîştimanî ya giştî ya di bin çavdêriya navneteweyî û herêmî de were lidarxistin ku tevahî hêzên siyasî yên demokrat tê de hazir bin, Rêya Sûriyeya Demokratîk banga avêtina gavên ber bi yekitî û birêxistinkirina demokratên sûriyeyî dike. Divê keda hemûyan di avakirina siberojeke pêşketî ya welat de hebe. Li ser vê yekê em dibêjin "Wê rêya me ji bo tevkarî û diyalogan bi tevahî aliyan re li ser esasê tifaq, rêzdarî, dûrketina ji paşguhkirin û cudakariyê vekirî be.”   Li gorî encamnameyê, di dawiya kongreyê de belge û nêrîna siyasî û nexşerêya pêvajoya siyasî hatin erêkirin. Ji ber vê yekê sekreteriyeke giştî hate hilbijartin, ev sekreterya dê pêkanîna plansaziyê bişopîne.