Vejîna çapemeniyeke jinê: JINHA 2024-10-28 09:06:25     NAVENDA NÛÇEYAN-  JINHA’yê ku bi dengê jinan zimanê çapemeniyê guhert, tevî hat girtin têkoşîna jinan da meşandin. Nûçegîhaniya jinê îro hîna bi biryar didome.    JINHA di 8’ê Adara 2012’yan de bi gotina ‘Em dinivîsin… Em bêyî ku mêr çi dibêjin dinivîsin’ derket rê. Yekem ajansa nûçeyan a jinan a cîhanê bû û ji aliyê rojnamegerên jin ve hat avakirin. Rojnamegerên jin zimanê serdest ê mêr qebûl nekirin. Ji midûrê wê bigirin heta nûçegîhan heta kameraman û wênekêşvan kadroya wê ji jinan pêk dihat.   JINHA ya  ku di demek nêz de dengê xwe da bihistin, pisgirêkên jinan da nîşandan û cih da çîrokên jinan. Di 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’a 675 JINHA û gelek saziyên din ên çapemeniyê hatin girtin û gelek nûçegîhan jî hatin girtin.    Têkoşîna jinan di qada çapemeniyê de   Hedefa esas a JINHA’yê ku îmze avêt binê nûçeyên girîng, zewacên di temenê biçûk de bûn, newekheviya zayendî û îstîshdama jinê  bû. Ligel pirsgirêkên jinên Kurd têkoşîna jinên Kurd , çîrokên wan girtin dest.   Bû hedefa hikûmetê   JINHA bi nûçeyên xwe bala çapemeniya neteweyî û navnetweyî jî kişand. Lê ev rewş bû sedema hedefgirtina JIHNA’yê. Bi taybet di dema îlankirina rêveberiyên xweser de di qedexeyên derketina derve de xebatkarên JINHA’yê bûn hedef hatin girtin û binçavkirin. Bi ser buroyan de hat girtin û sansur pêk hatin.   Bi JINHA’yê re gelek sazî hatin girtin   Di 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’ê JINHA jî di nav de 15 sazî hatin girtin. Piştî girtinê hat diyarkirin ku ev ji bo bêdengkirina jinan hatiye kirin.   Bertekên hatin nîşandan   Piştî girtina JINHA’yê ji Tirkiye û qada navneteweyî bertek hatin nîşandan. Parêzvanên mafên jinan û çapemeniya azad ev wek êrîşeke il dijî mafê jinan û azadiya jinan nirxandin. Gelek rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mafên jinan, bertek nîşanê girtina JINHA’yê dan. Ji van bertekan hinek wihane:   Rêxistina Efûyê daxuyaniyek da û balkişand ser girîngiya JINHA’yê ya ji bo mafên jinan û diyar kir ku ev hewldan darbeyeke li dijî azadiya çapemeniyê ye.   Rojnamegerên Sînornenas (RSF) jî daxuyaniyek da û bertek nîşanê girtina JINHA’yê da. RSF’ê bi lêv kir ku  JINHA ji bo rojnamegeran platformek girînge.   Rêxitsina Şopşandina Mafên Jinan (Women’s Rights Watch) û Tora Piştevaniya Global a Ji bo Jinan (Global Women’s Solidarity Network) jî bi daxuyaniyên ku dan bertek nîşanê girtina JINHA’yê dan.   Endamên Yekitiya Ewropayê (YE) û Parlamentoya Ewropayê (PE) daxuyanî dan û diyar kirin ku rewş gelek bi fikare û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser çapemeniya azad şermezar kirin.   Yekitiya Jinan a NY’ê jî daxuyanieyek da û da zanîn ku girtina JINHA’yê di alî parêzvanên mafê jinan û rojanmegerên Tirkiyeyê de  windahiyek mezine.   Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) jî girtina JINHA’yê şermezar kir û wek darbeyeke li hember rojnamegerên jin nirxand. Kurdên Dîasporayê û gelek komên navnetweyî jî bertek nîşanê girtina JINHA’yê dan  ku wek êrîşeke li dijî mafê demorkasiyê nirxandin.   Jin bêdeng neman…   JINHA’yê bi piştgiriya xwe ya di têkoşîna jinê û nûçegîhaniya azad de bandorek mezin kir, şopek mezin hişt. Jinan piştî JINHA’yê bi Gazete Şûjin û piştre jî bi JINNEWS’ê riya xwe berdewam kirin.