Ji dayika ku kurê wê hat darvekirin bo Werîşe Muradî piştgirî 2024-10-27 20:40:51           NAVENDA NÛÇEYAN- Dayîka Ramîn Hisên ji bo piştevaniya Werîşe Muradî , dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û got: “’Ji darvekirinê re na’ nerazîbûnek di cih deye. Ez li gel çalakvanên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê, li kêleka keça xwe Werîşa Muradî radiwestim.”   Piştgirî û piştevaniya ji bo çalakiya endama KJAR’ê Werîşe Muradî her ku diçe berfirehtir dibe. Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku dayika Ramîn Hisên Penahî ku di 8’ê Îlona 2018’an de ji aliyê rejîma Îranê hatibû darvekirin, dayika Şerîfe, piştevaniya xwe ji bo çalakiya Werîşe Muradî nîşanda.   DayikaŞerîfe ku ket greva birçîbûnê wiha got: “’Ji darvekirinê re na’ nerazîbûnek di cih deye. Em li dijî kuştina bi qest a Îranê radiwestin. Ez dixwazim keça min Werîşe Muradî dest ji greva xwe berde. Îro şoreşa jinan a ji bo azadiyê pêwîstî bi jinên bihêz ên weke wê hene. Divê em bi hev re vê rêyê bimeşînin. Ez bi dil û can piştgiriya we dikim. Roja pênçşemê li gel têkoşerên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê, li kêleka keça xwe Werîşe Muradî dest bi grevê dikim.”   Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetire li Girtîgeha Evînê di kogûşa jinan de girtiye, 18 rojin di greva birçîbûnê ya bê dem deye.