Li Êlihê li dijî hişbirê têkoşîn 2024-10-27 17:46:35        ÊLİH – Şaredariya Êlihê di çarçoveya têkoşîna li dijî hişbirê xebat da destpêkirin.   Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Êlihê di çarçoveya têkoşîna li dijî hişbirê xebat da destpêkirin. Li Navenda Çanda Ahmet Guneştekîn der barê hişbirê de civîn hat kirin.Psîkolog Gemre Gunsel der barê mijarê de axivî û balkişand ser bandora fîzyolojîk û psîkolojîk ya hişbirê. Gemreyê da zanîn ku kesê madeya hişbirê bikar tîne nava demê de tenduristiya xwe winda dike û got: “Kes fêrê hişbirê dibin û nikarin pê re têbikoşin.”   Psîkolog Amîne Mîrzeoglu Gezer jî axivî û sedemên destpêkirina hişbirê vegot. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonk jî axivî û balkişand ser têkoşîna li dijî hişbirê û got: “Em ê li dijî van polîtîkayan tax bi tax mal bi mal xebatan bimeşînin. Ev destpêke. Em ê xebatan li her qadê bimeşînin.”