Gulê Xelef: Em bi şehîdên xwe serbilind in 2024-10-27 17:03:41       ŞENGAL - Dayika şehîd Ezîz Xeyro Gulê Xelef di kona sersaxiyê yê ku ji bo kurê wê hatibû danîn de axivî û ev peyam da: “Xwedê mala Erdogan wêran bike. Dilê me bişewite jî. em bi şehîdên xwe serbilind in.”   Balafirên şer û ên bêmirov yên dewleta tirk şeva 23-24’ê cotmehê êrişeke berfireh li dijî hemû herêmên Şengalê dan destpêkirin. Êriş li dijî baregehên YBŞ’ê û malên welatiyan pêk hatin. Di encama êrişên li dijî Garê, Qendîla taxa Hey Nasir a navenda Şengalê, gundê Heyalê de 6 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan, jinek û zarokek jî birîndar bûbûn.    Îro li herêma Ereban a Şengalê, Tilizêr û li Şengalê konê sersaxiyê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan hat vedan û ji bo wan xêrat hat belavkirin.    Li konê ku ji bo şehîd Ezîz Xeyro hatibû vedan dayika wî Gulê Xelef axivî û ev tişt anî ziman: “Xwedê heqê me ji Tirkiyeyê re nehêle û mala wan wêran bike. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Em hat dawî li ser rêya wan bin. Xwedê mala Erdogan û Tirkiyeyê mîrat bike. Şehîd şehîdên me ne, em ê her li pey şopa Ezîz û hevalên wî bin. Em bi şehîdên xwe serbilind in.”    Emşê Merwan a ku xizmê şehîd Ezîz e jî êrîşê şermezar kir û wiha got: ‘Em bi şehîdên xwe serbilind in. Rast e em diêşin û dilê me dişewite lê em bi şehîdên xwe serbilind in. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Kîna dijmin ketiye dilê me, em ê serî ji dijmin re netewînin. Heta em saxbin, em ê li pey şopa şehîdan bin. Dewleta tirk dixwaze tiştê ku DAIŞ temam nekirî temam bike. Lê em her hebûne û em ê her hebin jî.”   ‘Em bi şehîdên xwe serbilind in’   Jinên êzidî ku hatibûn konê sersaxiyê ji ajansa me re axivîn û dilsoziya xwe bi şehîdan re anîn ziman.   Endama meclisa Xweser a Xanesorê Filûs Berkat di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku ew çiqas bi şehadetan biêşin jî ew bi şehîdên xwe serbilind in û wiha got: “Ger Iraq destûr nedana dewleta tirk nikarî êrîşên bi vî rengî bike. Em tu carî ji tanq û topên dijmin natirsin û gav paşde navêjin.  Em ê her li ser şopa şehîdên xwe bin û li ber xwe bidin.”    ‘Destê Iraqê di şehadeta zarokên me de heye’   Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Pakîze Celal jî ev tişt vegot: “Dewleta tirk dijminek hov e. Heta mirinê em ê li ber xwe bidin û her li ser şopa şehîdên xwe bin. Dewleta tirk ji ber tengijiye êrîşî Şengal û Rojava dike. Ji aliyê din ve Iraq bêdeng e, ezmanên Iraqê ji dewleta tirk re vekiriye û destê dewleta Iraqê di şehadeta zarokên me de heye.”