Di 10 mehan de 41 girtiyî jiyana xwe ji dest dan 2024-10-27 09:04:02     Rabia Onver   WAN - Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber tecrîdê binpêkirinên mafan yên li ser girtiyan her diçin giran dibin. Rêvebira ÎHD’a Wanê Ayten Kiran diyar kir ku binpêkirinên mafan zêde dibin û girtî jiyana xwe ji dest didin. Aytenê wiha domand: “Ev welat çima ji 29 tîpî girtîgehan çêdike. Çend meh berê cezayê dîsîplînê dane Abdullah Ocalan. Abdullah Ocalan çi kiriye gelo ev ceza lê hatiye birîn.”    Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîd û îşkenceya li ser girtiyên siyasî didome. Binpêkirinên mafan yên li hember girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Girtiyên nexweş ji şert û mercên girtîgehê gelek bi bandor dibin. Mafê dermankirina wan tê atengkirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê  651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş tevî nexweşiya giran nayên berdan. Ji meha çile heta 41 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane.   Rêvebira Komeleya Mafê Mirovan a Wanê (ÎHD) Ayten Kiran der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de nirxandin kir.   ‘Dermankirinan ne li nexwşexaneyan li girtîgehan dikin’   Aytenê anî ziman ku demên dawî de girtiyên nexweş ji ber nayên demankirin jiyana xwe ji dest didin û got divê girtiyên nexweş bên dermankirin. Aytenê wiha anî ziman: “Girtiyên nexweş mafê wan yên dermankirinê tê astengkirin. Serlêdan bê encam dimînin. Nexweşan bi kelepçeyê dibin nexweşxanyan. Girtîghên Tîpa R, hene. Girtiyan ji bo dermankirinê dibin girtîgeha Tîpa R ya Menemenê. Dermankirin li nexweşxaneyan divê bên kirin.”   ‘Bi awayekî adîlane nayên darizandin’   Aytenê bi lêv kir ku armanca girtina siyasî ev e ku girtî bê hiştin û ev tişt destnîşan kir: “Raporên ATK’ê li gorî daxwazên rêveberiya girtîgehê tên amadekirin. Di pergala daraza Tirkiyeyê de girtiyên siyasî adîlane nayên darizandin. Cenazeyên ji girtîgehan derdikevin piranî yên girtiyên siyasî ne. Ji ber fikr û nêrînan tên darizandin û tên girtin. Terkî mirinê tên kirin nayên dermanikrin. Ev berpirsyariya dewletê ye.”   ‘Girtîgeh veguhertine morgê’   Aytenê wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Lijneyên Îdarî û Şopandinê li girtîgehan bi awayekî kêfî tevdigerin. Girtiyekî name şand ji me re û got gardiyan wan bi gotina ‘karê min rehabîlîtekirina we ye, ez çi bixwazim dikarim bikim. Dikarim înfaza we bişewitînim’ tehîd dike. Li her derê girtîgehê kamera hene. Me pratîkên wê berê jiya. Garîbe Gezer hat qetilkirin lê tevî kujerê wê di kamerayan de hat dîtin jî tiştk nehat kirin. Girtîgeh veguhertine morgan. Ev welat çima ji 29 tîpî girtîgehan çêdike. Çend meh berê cezayê dîsîplînê dane Abdullah Ocalan. Abdullah Ocalan çi kiriye gelo ev ceza lê hatiye birîn.”   ‘Tecrîda giran didome’   Aytenê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku mafê xwegîhandina xizmeta tenduristiyê ya girtiyan tê astengkirin û wiha dawî lê anî: “Yekane pirsgirêka me girtîgeh in. Tecrîd didome. Hewcedariya girtî bi dermankirinê hebe divê berpirs vê bînin cih. Wezareta dadê, midûriyetên girtîgehan û rêveberî divê berpirsyariya xwe bînin cih.”