Kevana Zerîn duyemîn kongreya xwe pêk anî 2024-10-26 21:47:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Kevana Zêrîn a Ewropayê kongreya xwe ya 2’emîn li dar xist. Navê tevgerê weke Tevgera Çand û Hunerê ya Jinê ya Mizgîn hat guhertin.   Tevgera Kevana Zêrîn a Ewropayê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" li bajarê Kolnê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.   Li salona Konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê ku kongre lê hat lidarxistin pankarta "Jin Jiyan Azadî" û wêneyên jinên pêşeng hatin daliqandin.Siyasetmedarên li sirgûnê, hunermendên jin ên endamên TEV ÇAND'ê û nûnerên jin ên saziyên Kurd ên li Ewropayê beşdarî kongreyê bûn.   Kongreya ji bo bîranîna yek ji kesayetên sembola Têkoşîna Azadiyê hat lidarxistin û diyariyê endama Koma Awaz Şoreş Arjîn a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû hat kirin.Hunermend Bermal der barê armanca Kevana Zêrîn û qonaxên ku tê re derbas bûne de agahî da.   Piştî hilbijartina dîwanê li ser navê Kevana Zêrîn Medya Botan axaftinek kir. Medyayê got, “Têkoşîna jinên Kurd a ji bo parastina nasnameya çandî û li dijî asîmîlasyonê, bi taybetî di serdemeke ku li Rojhilata Navîn pevçûn dijwar dibin û weke Şerê Cîhanê ê Sêyemîn tê şîrovekirin, xwedî girîngiyeke mezin e. Jinên Kurd îro di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ji bo parastina nasnameya xwe û li dijî asîmîlasyonê têkoşîneke xurt dimeşînin. Di vê berxwedanê de bi taybet bîranînên jinên pêşeng ên di meha Cotmehê de şehîd bûne, têkoşîn û rêxistinbûna wan xurt dike.”   Medya Botan anî ziman ku li Rojhilata Navîn şerekî bêhevsengî heye, Tirkiyeyê pêvajoyê bi qirkirina gelê Kurd û jinên Kurd didomîne û wiha berdewam kir: “Li Rojava, Şengal û Bakur êrîşên qirkirina fizîkî û çandî dewam dikin. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya parastina nirxên çandî û parastina nasnameya xwe van êrîşan şermezar dike.  Ji bo têkbirina zîhniyeta qirkirinê bi biryarî li ber xwe didin. Tevgera jinê wê bi tecrûbe û hevgirtineke mezin vê têkoşînê bimeşîne. Ew li dijî van gefan xwedî tecrûbe û biryardariya berxwedanê ne.”   Medya Botan wiha pêde çû: “Ev pêvajo ji bo her kesî girîng e, lê ji bo Kurdan hîn girîngtir e. 100 sal in ji bo Kurdan derfet û firsend derketine holê. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd ji bo parastina nasnameya xwe û hebûna xwe bi hevgirtineke xurt têdikoşe. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd û jinên Kurd bi têkoşîna di bin pêşengtiya Rêber Apo de dikarin bigihêjin armanca şoreşê û bigihînin encamê. Ji bo pêvajo bimeşe divê beriya her tiştî tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û azadiya fizîkî pêk were da ku bi awayekî çalak rola xwe ya Rêbertî bilîze. Ev jî wê bi têkoşîna gelê Kurd pêk were. Ji bo gelê me wê bibe gaveke girîng.”   Piştre kongre bi nîqaşên rêxistinî û nirxandinan berdewam kir.   Hunermend û beşdarên kongreyê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava, Şengal û başûr şermezar kirin û hat diyarkirin ku divê gelê Kurd, sazî û partiyên Kurd li her derê bi yekîtiyê li dijî êrîşên qirkirinê derkevin.   Hunermendan jî banga beşdarbûna mîtîng û meşa 16'ê Mijdarê li bajarê Koln ê Almanyayê di çarçoveya Pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bê lidarxistin, kirin.   Nav hat guhertin   Di kongreyê de rêziknameya nû pêşkêşî delegeyan hat kirin, piştî nîqaşên kûr bi dengdanê hat qebûlkirin.Guhertina nav jî ji bo nîqaşan pêşkêşî delegeyan hat kirin. Piştî nîqaş û pêşniyaran navê Kevana Zêrîn hat guhertin û bû Tevgera Çand û Hunerê ya Mizgîn; navê wê yê kurt "Hunera Mizgîn" bi yekdengî hat qebûlkirin.   Piştre 19 endamên koordînasyona Tevgera Çand û Hunerê ya Mizgîn hatin hilbijartin. Kongre bi nîqaşkirina plansaziyên nû berdewam kir.