Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin 2024-10-26 16:06:30     ŞIRNEX - Serdana şîna Dayika Aştiyê Kumrî Oner ku jiyana xwe ji dest dabû hat kirin û hat destnîşankirin ku wê xwedî li têkoşîna wê bê derketin.    Dayika Aştiyê Kumrî Ozer duh li navçeya Hezexa Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû. Şîna ji bo Ozer li Mizgefta Hecî Elî hat danîn.    Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê, DBP’ê yên navçeyên Cizîr û Hezexê, hevşaredarên navçeyan û girseya li gel wan serdana şîna Ozer kirin.    Dayikên Aştiyê û rêveberên partiyan sersaxî ji malbatê re xwestin û destnîşan kirin ku ew ê xwedî li têkoşîna aştiyê ya Kumrî Oner û hemû dayikên din derkevin.