'Wê berxwedana li dij êrişan dewam bike' 2024-10-26 14:52:46     Mîdye Miqted   ŞEHBA - Koordinasyona Partiyan a kantona Efrîn-Şehba têkildarî êrîşên li ser kantonê daxuyanî dan. Berdevka Partiya Sûriya Pêşeroj Ofîsa jin Newroz Husên her wiha Endama Ofîsa Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratik Bêrîvan Elî dan zanîn ku bêdengiya dewlet û rêxistinên cîhanê ya li hemberî êrîşan, şirîkbûna wan rêxistinan a bi dewleta tirk re dide nîşandan.   Êrişên dewleta tirk ên li ser herêmên Şehba û Şêrewa dewam dikin û di encamê de çar kes şehîd bûn û gelek sivîl jî ku piraniya wan zarok û jinên ji Navçeya Til Rifetê bûn birîndar ketin. Jinan ên bertek nîşanî êrişan dan nirxandin kirin.    'Rêxistinên mirovî bi erka xwe ranabin'   Ji aliyê xwe ve Berdevka Partiya Sûriya Pêşeroj Ofîsa jin Newroz Husên axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha pê de çû:"Koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê jiyan dikin ku hemû koçberin lê mixabin tevî wê yekê jî her roj êrîş li ser wan dihat kirin û her car ji berê bêhtir giran tir dibe. Lê belê rêxistinên ku bi parastina mafê mirovan bang dikin her li hember van êrîşan di bêdengiya xwe de dimînin û bi erka xwe ya mirovî ranabin."   'Divê sivîlên me neyên hedefgirtin'   Di dawiya axaftina xwe de Newrozê got ku divê ev êrîş bên seknandin û got:"Divê hemû rêxistin bi erka xwe rabin û li pêşiya van êrîşan bigrin. Divê sivîlên me neyên hedefgirtin."   Li seranserî herêmê êrîş   Her wiha Endama Ofîsa Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratik Bêrîvan Elî jî têkildarî êrîşan axaftina xwe kir û got:"Ev demeke ku dewleta Tirk bi hovîtî êrîşên xwe seranserî herêmên Bakur Rojhilata Sûriyê û di nava de kantona Efrîn-Şehba de dide berdewam kirin. Divê ev êrişana demildest bi dawî bibin."   Berxwedan wê heya vegera Efrînê bidome'   Îro nûjenkirina êrîşên dewleta Tirk a li ser kantonê dibe sedema ku gelek sivîl bên hedefgirtin û komkujî derheqê wan de pêk were. Lê li hemberî vê yekê israra gel a têkoşîn û berdewamkirina berxwedanê gurtir dibe û wê berxwedan heya vegera Efrînê dewam bike. Wê dewleta Tirk bi vê qirêjiya xwe nikaribe siyaseta xwe bi pêş bixe."   'Wê berxwedana li dij êrişan dewam bike'   Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvanê got ku ev 7 sal in ew li ber xwe didin û ew ê her soza xwe bi berxwedanê re nû bikin wê tu car êrîşên dewlata Tirk moral û vîna gelê berxwedêr nede şikandin û got:" Îro pêkanîna van êrîşan ne tenê bi destê dewleta Tirk e lê belê gelek aliyên din jî destê wan di van êrîşan de hene lewma divê rêxistinên mafê mirovan bi erka xwe ya mirovî rabin. Wê berxwedana li dij êrişan dewam bike. "