Ji xwendekaran perwerda kirmanckî 2024-10-26 14:08:50   DÊRSIM - Ji hêla xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê perwerdeya kirmanckî hat destpêkirin. Di her dawiya heftê dê perwerde bê dayîn.    Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê dest bi dayîna perwerda kirmanckî kirin. Xwendekarên ku li avahiya KESK'ê ya Dêrsimê kom bûn dest bi perwerdê kirin. Gelek xwendekar tevlî perwerdê bûn.    Perwerde dê roja şemiyê saet 11.00 û 13.00'an de bê dayîn.