Însiyatîfa Nûn: Azadiya Abdullah Ocalan mîsogeriya aştiyê ye 2024-10-26 14:00:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mîsogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e.   Înîsiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Însiyatîfê bang kir ku ji bo ku Abdullah Ocalan rola  xwe di sepandina aştiyê li Rojhilata Navîn de bilîze, divê şert û mercên qanûnî bên peydakirin.   Înîsiyatîfê bi bîr xist ku "Piştî 44 mehan, biraziyê Rêber Abdullah Ocalan Omer Ocalan 23`yê Cotmeha 2024`an hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kir. Omer Ocalan peyama Rêbertî ragihand ku tecrîd berdewam e. Lê got ji bo sepandina aştiyê û bidawîkirina aloziyê ew xwedî hêza teorîk û pratîk e. "   Înîsiyatîfê diyar kir ku divê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Abdullah Ocalan were bidawîkirin û wiha domand: "Peyama Rêber Abdullah kurt bû, lê di navaroka xwe de wateyan kûr hildigire. Helbet bi rakirina tecîrdê û başkirina mecan wê Rêbertî karibe nêrîn û nexşeya rawestandina rijandina xwînê pêşkêş bike. Gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji şeran westiyane, lew ra bêyî avêtina gavên pratîkî yên di vî warî de jiyaneke bi rûmet ne pêkan e."   Înîsiyatîfê diyar kir ku jin piştgiriya daxwazên Abdullah Ocalan dikin û destnîşan kir ku divê tecrîd were bidawîkirin û mafê hêviyê were pêkanîn.   Înîsiyatîfê xîtabî dewleta Tirk kir û diyar kir: "Heke di çareserkirina pirsgirêka kurd de cidî ye, mîna ku di çapemeniyê de radigihîne, divê berê xwe bidin navnîşana rast an ku Abdullah Ocalan e yê ji 25 salan ve li Îmraliyê di mercên zehmet de tê ragirtin. Divê şert û mercên qanûnî werin başkirin. Divê Rêbertî parêzeran bibîne. Divê biryar bên dayîn ji bo ku bawerî di navbera aliyan de çê bibe û li hember û zehmetî û astengiyan nexşeyek bê dayîn."   Înîsiyatîfê bang li dewleta Tirk kir ku bi awayekî cidî nêzî peyama  Abdullah Ocalan bibe "ji ber ku çareseriyên pêşkêş kirine, dê Tirkiyeyê ji aloziya aborî derxe û dorpêça dîplomatîk bidawî bike."   Her wiha înîsiyatîfê bang li hêzên cîhanê yên xwedî bandor kir ku li gorî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî tev bigerin û dev ji siyasetên xwe yên li dijî mafên mirovan û girtiyan berde.   Înîsiyatîfa Nûn bang li demokratan jî kir ku piştgiriya Abdullah Ocalan bikin û wiha domand: "Înîsiyatîfa çareserî, bidawîkirina êş û azarên gelan ên ji ber şeran û bidawîkirina şerên li gelek welatên Rojhilata Navîn li cem Rêbertî ye. Dem hatiye ku Rojhilata Navîn serfiraziyên xwe vegerîne û di bin sîwana neteweya demokratîk de bibe minareya azadiyê, demokrasiyê û jiyana aştiyane. "   Înîsiyatîfê bang li jinan kir ku piştgiriyê bidin kampanya ji Abdullah Ocalan re û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan doza jinan kir cewhera dozên civakî. Her wiha îsbat kir ku bêyî jina azad, civaka demokratîk û jiyana bi rûmet pêk nayê."