Li zanîngeha Munzurê destdirêjî: Der barê gumanbar de biryara durxistinê 2024-10-25 18:13:12   DÊRSÎM - Li Zanîngeha Munzurê hîndekar Deha Koç ku destdirêjî li xwendekara xwe kiribû, li ser gilîkirina xwendekarê biryara mehekê durxistin hat dayîn.   Deha Koç yê li zanîngeha Munzurê hîndekar bû,  derket holê ku gelek xwendekar tacîz kiriye û li ser gilîkirina xwendekarekê bûyer derket holê. Xwendekaran ku ji aliyê Deha Koç ve destdirêjî lê hat kirin û piştî vê xwendekarê gilî kir, ji aliyê Yekemîn Dadgeha Hiqûqa Asliye ya Dêrsîmê ve hat qebûlkirin.    Dadgehê der barê Deha Koç de di çarçoveya qanûna 6284 de mehekê biryara durxistinê da.