Bi awayê girseyî serdana gor û şîna Evîn Demîrtaş hat kirin 2024-10-25 12:36:34       AMED - Di pêşengiya rêxistinên jinan de bi awayê girseyî serdana gora Evîn Demîrtaş a hat qetilkirin hat kirin û Piştî serdana gorê jin çûna serdan Şîna Evînê ku li Mala Şînê ya Şakrat hatibû danîn.   Rêxistinên jinan û nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), çûn serdana gora Evîn Demîrtaş a ku di 22'yê cotmehê de li Huzurevlerî ya girêdayî Peyasa Amedê ji aliyê Abdullah Şehmusoglu ve hat qetilkrin. Di serdanê de Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Wêje û Hunerê (KASED), Hevşaredarên Rezan, Sûr û Bismila Amedê, endamên  Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajarê Amedê û navçeyên wê û gelek kesî cih girtin.    Jinên ku li ser gorê Evînê bi bîr anîn, piştre derbasî mala Şînê ya Şakrat ku ji aliyê Şaredariya Bajarê  Mezin a Amedê ve şîn lê hatibû danîn bûn.