FED-KURD’ê li dijî êrîşan banga têkoşînê kir 2024-10-24 15:54:41     NAVENDA NÛÇEYAN - FED-KURD’ê li hemberî êrîşên Tirkiyeyê nerazîbûnên xwe nîşan da û got: ‘’Em bang li gelê xwe dikin ku dakevin qadan. Li hemberî faşîzm û qirkirinê dem dema mezinkirina têkoşînê ye.’’   Federasyona Kurdistaniyên Azad a Rojhilatê Elmanyayê (FED-KURD) têkildarî êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.   FED-KURD’ê di daxuyaniya xwe de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê şermezar kir û got: ‘’Di êrîşên dewleta Tirk ên şeva 24’ê Cotmehê yên li ser bajarên Qamişlo, Kobanê, Dêrik, Til Temir, Girê Spî, herêma Barê ya Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê de careke din gelê sivîl hatiye hedefgirtin. Di encama van êrîşan de zarok jî, di nav de ji 10’an zêdetir welatî hatin qetilkirin û gelek sivîl jî birîndar bûne. Di êrîşan de bi taybetî qadên sivîlan û navendên tenduristiyê hatine hedefgirtin.’’   ‘Ev êrîşên qirkirinê li ber çavên civaka navneteweyî pêk tên’   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êrîşên dewleta Tirk parçeyeke polîtîkayên qirkirinê yên sîstematîk ên li dijî gelê Kurd e û wiha bi dawî bû: ‘’Ev êrîşên qirkirinê li ber çavên civaka navneteweyî pêk tên.  Di serî de DYE û welatên Ewropayê li hemberî van êrîşên ku gelê sivîl hedef digire, bê deng e. Ev yek tê wateya hevkariya sûcê li dijî mirovahiyê.  Em vê bêdengiyê qebûl nakin. Ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd in, di heman demê de li dijî hemû mirovahiyê ne. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk a navneteweyî dikin ku li hemberî van polîtîkayên dewleta Tirk ên qirkirinê bê deng nemînin. Li hemberî polîtîkayên faşîzm û qirkirinê dem dema mezinkirina têkoşînê ye!’’