Rêveberiya Xweser: Êriş berdewama siyaseta qirkirinê ye 2024-10-24 11:38:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk destnîşan kir ku dema rayedarên Tirk propagandaya bidawîbûna şer dikin, hedefgirtina gund, bajar û binesaziya herêmê durûtiya wan û niyeta wan a rastîn aşkera dike.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê daxuyaniyek weşand. Rêveberiyê diyar kir ku hedefkirina sivîlan, sûcekî şer e û li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye.   Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin, kesên ku hatin qetilkirin hatin bibîranîn û şîfaya lezgîn ji birîndaran re hat xwestin.   Rêveberiyê diyar kir ku dewleta Tirk bi hedefkirina zarokan û sivîlan hewl dide vîna berxwedanê ya gelê bişkîne û ewlehiya herêmê têk bibe.   Her wiha destnîşan kir ku dema rayedarên Tirk propagandaya bidawîkirina şer dikin, hedefgirtina gund, bajar û binesaziya herêmê, durûtî, niyet û rûyê wan ê rastîn di berdewamkirina siyaseta qirkirinê de aşkera dike.   Rêveberiyê bang li gelê herêmê kir ku li hember sûcên şer ên dewleta Tirk li ber xwe bidin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a li dijî gelan helwesteke cidî nîşan bidin û dawî li êrişan bînin.   Rêveberiyê bang li Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Rûsyayê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, siyaseta dualî û bêdengiya xwe rawestînin.