Piştî 43 mehan li Îmraliyê hevdîtina ewil hate kirin 2024-10-24 08:46:59       NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 43 mehan cara ewil li Îmraliyê bi Omer Ocalan re hevdîtin kir.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 43 mehan piştre cara ewil bi biraziyê xwe Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya  Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir.    Omer Ocalan têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev agahî parve kir: “Bi birêz Abdullah Ocalan re herî dawî di 3’yê adara 2020’an de hevdîtina rû bi rû hatibû kirin. Weke malbat me piştî bi salan di 23’yê cotmeha 2024’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtina bi malbatê re mafekî qanûnî ye û em dixwazin şert û merc çi dibin bila bibin divê ev hevdîtin bidomin.”    Omer piştre li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyeke din da û got, “Di 23’ê Cotmehê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinek pêk hat. Ev serdan di çarçoveya hevdîtina malbatê de pêk hat. Di hevdîtinê de birêz Ocalan derbarê geşedanên siyasî yên giştî de nirxandinan kir û xwest ev peyam ji raya giştî re were ragihandin: 'Tecrîd didome. Ger şert û merc çêbibin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û şîdet derxim qadên hiqûqî û siyasî.' Tenduristiya wî baş bû û gelek silav li her kesî kir."