Serra Bucak: Aştiyeke birûmet girîng e 2024-10-23 13:42:31       AMED -Di vekirina Civîna Hevbeş a Lijneya Rêveber û Meclîsê ya UCLG-MEWA ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin de, Hevşaredar Serra Bucak diyar kir ku li erdnîgariya ku aramî lê tune be, xizmetên şaredariyê dê her tim ne temam, bêpar û netêr bin û got, "Pêşvebirina hevkariya navherêmî û damezrandina torên hevgirtinê giring e û niha wexta wê ye."    Civîna Hevbeş a Lijneya Rêvebir û Meclisa Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî (UCLG-MEWA) ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê lidarxistin, li Amedê dest pê kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin êN Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWAyê Mehmet Duman û nêzî 30 şaredariyên mezin ên neteweyî û navneteweyî, di civîna ku li Otela Wyndham Gardenê bi mijara "Dîplomasiya Herêmî: Pêşeroja Bajêr " hat lidarxistin, şaredar û hevserok beşdar bûn.   'Em ji bo bihêzkirina rêveberiyên xwecihî dixebitin'   Di vekirina civînê de Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWAyê Mehmet Duman axivî û diyar kir ku ew bi pîrozkirina 20. salvegera UCLG-MEWAyê serbilind in û got ku rêxistina wan a ku berdewamiya tecrubeyên zêdeyî 100 salî ye, bi biryar e ku rêveberiyên herêmî yên li herêmê xurt bike û ajandayên herêmî yên 20 salan ber bi cîhanê ve bibe. Mehmet got, “Ez bawer dikim ku em ê bi hev re ji bo afirandina bajarên bihêztir û mayîndetir gavan biavêjin. Çanda dewlemend û cihê stratejîk a Rojhilata Navîn her tim girîngiya xwe parastiye. Lê îro herêma me bi kaoseke pir cidî re rû bi rû ye û bi pirsgirêkên girîng ên wekî hêza navxweyî û derve re têdikoşe. Ev rewş bandorê li hemû sazî û rêxistinên herêmê bi taybet rêveberiyên xwecihî û gelê herêmê dike. Wek rêveberiyên herêmî erka me ew e ku em li hemberî zehmetiyan hevgirtinê zêde bikin û bi nêzîkatiya rêveberiyê ya ku wekhevî, aştî û edaletê esas digire tevbigerin."   'Em bi mazûvaniya xwe serbilind in'   Hevşaredar Serra Bucak diyar kir ku wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ew bi mazûvaniya Civîna Hevbeş a Lijneya Rêveber û Meclîsa UCLG-MEWA serbilind û kêfxweş in û got, "Bajarê me warê çand û zimanên cuda ye. Îro jî wekî dîroka xwe ya dewlemend û kevnar a bi hezaran salan, bawerî û nasnameyan digihîne hev."    'Em ê encamên erênî bi dest bixin'   Hevşaredar Serra da zanîn ku ew ê di hevdîtinên du rojan de mijarên girîng ên di rojeva bajaran de û mijarên sereke yên li bin berpirsyariya rêveberiyên xwecihî binirxînin û wiha got: “Şaredar, hevşaredar, pispor û şarezayên gelek hêja dê bi me re bin. Gumana min tune ku em ê di asta herî bilind de ji van nîqaşan sûd werbigirin û ji bo bajarên xwe encamên erênî bi dest bixin. Erê lê em netemam in û bi taliya netemambûnê em tên cem hev. Xwezî em bi hemû şaredar û rêveberên pêkhateyên Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê re kom bûbûna. Serokê hêja yê UCLG-MEWA Tayseer Ebu Sneineh ku divê îro li vir bi me re bûya, endamên şaredariyan, nûnerên rêveberiyên herêmî, ji ber şer, qirkirin û polîtîkayên dagirkeriyê yên li welat û herêmên xwe nikarin bi awayekî fîzîkî beşdarî civînê bibin."    'Azadiya hatin û çûna min hat astengkirin'   Hevşaredar Serra wiha got: “Ji şaredarên ku îro di nav me de ne, ez careke din hestên xwe yên hevgirtinê bi gelên Rojhilata Navîn ên ku di nava şer, bin pêkutî û tecrîdê de ne, lê tevî her tiştî dengê xwe didin bihîstin, dubare dikim. Rojekê em ê van salonan ziyaret bikin. Baweriya me ya tam heye ku em ê bê kêmasî valahiyê tijî bikin. Gumana me tune ku ev bawerî bi hemû pêkhateyên vê salonê re heye. Ez wek yek ji dehan hevşaredarên ku azadiya hatûçûna wan ji aliyê hikûmeta navendî ve hatiye astengkirin, dixwazim bibêjim: Di vê serdemê de ku şer, pevçûn, îstîsmar, dubendî, xizanî û feqîrî weke polîtîkaya şerê taybet li ser me tê ferzkirin. Bi taybetî li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Kurdan, pêwîstiya herî lezgîn ew e ku pirên hevgirtinê ava bikin û bi mekanîzmayên li derve re danûstandin çêbin ji bo vê divê demildest astengiya hatûçûnê bê rakirin."   'Astengî me di ezmûnên hevpar de dike yek'   Serrayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya serpêhatiyên hevpar û wiha dewam kir: “Tevî ku em li erdnîgariyên bi temamî cuda dijîn û bi zimanên cuda diaxivin jî, ev astengî me di ezmûnên hevpar de digihîne hev; Eşkere dike ku ev şerê sîstematîk, îstîsmar û desthilatdariya bi tecrîdê çawa hizireke hevpar e. Ger zêhniyeta ku gelê herêmê îzole dike, ji hev vediqetîne û girêdayî navendê dike hevpar be, divê israra me ya li ser prensîbên bihevrebûn, beşdarbûn, rêveberî û ya herî girîng jî aştiya civakî ku li dijî vî mejî pêşdikeve, hevpar be û divê em karibin modelên jiyanê li gorî vê tespîtê pêş bixin. Ji vî alî ve ez careke din tekezî li ser wê yekê dikim ku dîplomasiya herêmî û zêdekirina hevkariyên bajar û herêman ji bo dabînkirina aştiyeke mayînde û bi rûmet xwedî girîngiyeke mezin e. Kanalên diyalogê yên ku li herêmê tên vekirin dikarin dengê gel bigihînin qada cîhanî û rê li ber çareseriyên aştiyane li ser asta herêmî û navneteweyî vekin.”   'Hewl tê dayîn ku rêveberiyên xwecihî bêperforme bên hiştin'   Bucak, astengiyên ku di rêveberiyên herêmî de rû bi rû dimînin nirxand û got, " Digel vê potansiyela jiyana demokratîk, wekhev û azadîxwaz a ku rêveberiyên herêmî dihewînin, tabloya ku em îro (bi taybetî li Tirkiyeyê) wek hevserokên şaredariyê pê re rû bi rû ne, ew e ku nêrîneke ku dixwaze rêveberiyên herêmî bêfonksiyon bike, rayeyên wan teng bike, otonomiya wan a malî bi tevahî bypass bike, serdest e. Li kêleka hewldana ku şaredariyan bêkar bike, civak rastî siyaseteke dubendiyê tê. Li gel hewldana bêkar kirina şaredariyan, civak rastî polîtîkaya polarbûnê tê. Bi rastî em her roj encamên vê li bajarên xwe dibînin. Jin bi destê mêran tên kuştin, zarok tên windakirin, zarok tên kuştin! Navendên bajaran dibin şahidê xizaniya herî xirab, bêkariya ciwanan ji her demê zêdetir e. Ciwan û jin bi bêpêşeroj û bêhêvîtiyê re rû bi rû ne."   'Divê em dengê aştiyê bilind bikin'   Hevşaredar Serra diyar kir ku ew wek rêveberiyên herêmî hatin hilbijartin ku di nava vê kambaxiya civakî de berpirsyariyeke giran û dîrokî bi rê ve bibin û wiha got: "Pêdiviya me hemûyan a herî lezgîn ew e ku têkiliya di navbera van hemûyan de bi cih bînin. Qadên pirsgirêk bi hev ve girêdayî ne û ya herî girîng jî ya ku di dilê van hemûyan de radiweste, pirsgirêka aştiyê ye. Lewra divê em dengê aştiyê bilind bikin. Ji ber ku li erdnîgariya ku aştî pêk nayê demokrasiya herêmî têgeheke vala ye. Li erdnîgariya ku aramî lê tune be, dê xizmetên şaredariyê her tim nîvçe, bêkêr û netêr bin. Ji ber vê yekê, her çend em xwedî paşxane, ziman û baweriyên cuda bin jî, em di dema guncaw de ne ji bo pêşxistina dîplomasiya bajêr, hevkariya navherêmî û avakirina torên hevgirtinê."   'Hûn bi xêr hatin bajarê bîr û evînê Amedê'   Serra destnîşan kir ku wek Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê ew amade ne ku di vê pêvajoyê de bi awayekî aktîf cih bigirin û erka xwe pêk bînin û wiha got: “Dema ku ez dawî li gotinên xwe tînim, em spasiya Serokê UCLG-MEWA, Sekreterê Giştî û xebatkarên UCLG-MEWAyê dikin û em dubare dibêjin, em amade ne ji bo ku bi hev re bixebitin. Ez spasiya hemû hevalên me yên ku keda wan di vê civînê de çêbûn dikim û bi xêrhatina hemû mêvanên me yên berkeftî dikim ku hatine bajarê me Amedê, bajarê bîr û evînê. Ez hêvî dikim ku gotûbêjên ku em ê du rojan li vir li dar bixin dê karbidestiya îdarî zêde bike."   Di vekirina civînê de Hevserokê UCLG-MEWA (Tirkiye) û Şaredarê Bajarê Mezin ê Trabzonê Ahmet Metîn Genç, UCLG-MEWA (Filistîn) û Şaredarê Hebronê Tayseer Ebû Sneineh, Sekretera Giştî ya UCLG (Îspanya) Emilia Saiz, Şaredarê Bajarê Mezin ê Konyayê û Serokê Serdema 2023-2024 UCLG Ugur Îbrahîm Altay, Şaredarê Den Haagê û Serokê UCLG (Hollanda) Jan Van Zanen her yekê axaftinek kir.   Ji Şaredariya Durayê ji bo Hevşaredaran plaket   Piştî axaftinên vekirinê, heyeta Şaredariya Dura ya Filistînê, plaket pêşkêşî Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatunî kir.   Rûniştin dê du rojan bên lidarxistin   Piştî axaftinên vekirinê, civîn bi Civîna Lijneya Rêvebir û Meclîsê ya UCLG-MEWA û "Komîteya Dîplomasiya Bajêr û Rêveberiya Herêmî ya UCLG-MEWA: Hevkariya Navbajaran", "Diyaloga Asta Bilind: Bandora Civakî ya Cîhanê" 2 rojan dewam kir. Bername", "Nirxandina Herêmî ya Dilxwaz (Nirxandina Herêmî ya Dildar) VLR): Nirxandina Rojevên Gerdûnî", "Komîteya Bajarên Zêrîn û Tevgera Bajar a UCLG-MEWA: Veguhestina Bajar li Herêma MEWA", "Komîteya Bajarên Zêrîn û Tevgera Bajar a UCLG-MEWA : Li Bajaran Berxwedêrî û Çareseriyên Aqilmend."