Hevşaredar Gulşen Sîncar bi xebatkarên jin re hat cem hev 2024-10-23 11:02:09     AMED - Xebatkarên jin di bernameya taştê ya Gerînendetiya Xizmetên Jin û Malbatê a Şaredariya Peyasê de hatin cem hev.   Gerînendetiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê, ji bo xebatkarên jin ên nû ku dest bi kar kirine bernameya taştê ya hevdîtin û nasandinê li dar xist. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, encûmenên şaredariyê û cîgirên şaredaran ên jin jî ku beşdarî bernameya taştê ya li Baxçeyê Ekolojiyê a li Parka 75’an e, bûn.    Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku ew hem di xebatên şaredariyê de hem jî di qadên din ên jiyanê de girîngiyê didin nêrîn û pêşniyarên jinan û bi vî awayî dê bi hev re bixebitin. Piştî taştê hevşaredar bi kesên li wir amade dest bi gera nav bexçeyê ekolojiyê kirin.