Qetilkirinên jinan hatin protestokirin 2024-10-22 21:27:49   EDENE - Jinên qetilkirinên jinan yên her diçe zêde dibin bi meşekê protesto kirin diyar kirin ku desthilatdarî dest ji polîtîkayên bêcezahiştinê bernade û bertek nîşanê polîtîkayên bêcezahiştinê dan.    Platforma Jinan a Edenê bi armanca balê bikşîne ser qetilkirinên jinan li navçeya Çukurovayê li Bulvara Turgut Ozal hatin gel hev û heta Gençlîk Meydani meşiyan.   Li ser navê platformên Zehra Aydin daxuyanî xwend û da zanîn ku rojê herî kêm 5 jin tên qetilkirin û got ji ber polîtîka bêcezahiştinê û ji ber qanûna 6284 pêk nayê jin tên qetilkirin. Zehrayê dawiya daxuyaniyê de ji bo hemû  mekanîzma û wezaret bikevin tevgerê bang kir û got wê têkoşîna xwe li dijî vê bidomînin.