Hêzên ked û demokrasiyê: Wezîrê tenduristiyê îstîfa 2024-10-22 19:35:16   ÎZMÎR - Hêzên Ked û Demokrasiyê bertek nîşanê çeteyê ku bebekên nû tên dinê qetil dikin û taybetkirina sektora tenduristiyê û daxwaza îstîfakirina wezareta tenduristiyê kirin.    Hêzên Ked û Demorkasiyê ya Îzmîrê  bi armanca bertek nîşanê çeteyê ku bebekên nû tên dinê qetil dikin û taybetkirina sektorê li ber Navenda Çanda Turkan Saylan daxuyanî dan. Gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tevli daxuyaniyê b ûn. Li ser navê girseyê doktor Seha Yuksel daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeya ‘wezîrê tenduristiyê îstîfa’hat berzkirin.   Sehayê da zanîn ku ev bûyer bi nirxên doktoriyê û nirxên mirovahiyê nayên vegotin û wiha domand: “Rêbazên etîk yên pîşeyî hatine binpêkirin û divê ev kes cezayê heq dikin bigirin.Divê rêveberên cemawerî, rayedarên midûrê tenduristiyê di alî binpêkirina peywirê de bên lêpirsînkirin. Di bûyerê de qelsiyên cidî hene.  Divê xizmeta tenduristiyê ya baş û bê pere bi destê cemawerî  bê pêşkêşkirin.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.